Çalakiya “edaletê” di roja 247’an de ye
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşara ku çalakiya "Nobeda Edaletê" berdewam dikin, li bendê ne ku rayedar dengê wan bibihîzin.
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja 247’an de berdewam dike.
Emîne Şenyaşar di roja 247’emîn de ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nobetê li mala xwe ya Pirsûsê didomîne. Ferît Şenyaşar jî piştî bi birayê xwe Fadil Şenyaşar ku zêdetirî 3 salan di Girtîgeha Xarpête de di hecreya yek kesî de tê ragirtin bi telefonê axivî, hat cihê xwe yê li pêş edliyeyê.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê ev peyam parve kir: “Wê rojekê edalet ji kesên ji ber tirsa windakirina kursiyên xwe nikarin hesabê ji kesên komkujî pêk anîn bipirsin re jî lazim bibe. Wê rojê em ê adil bibin. Em ê dest ji heq, hiqûq û edaletê bernedin.”