Çalakiya edaletê di roja 148’an de ne

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 148 rojin çalakiya xwe ya lêgerîna edaletê dewam dikin.

Riha – Çalakiya nobeta “edaletê ya Emîne Şenyaşar ku 2 kur û hevjînê wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar 148 roj in li ber Edliyeya Rihayê dewam dike.
Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar, serê sibehê zû hatin ber edliyeyê û bi dovîzên ku li ser wan "Dayikeke 148 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta edaletê despêkirin”, “2 kur û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatine qetilkirin” û “ji ber ku di qetilkirinê de parlamenter jî heye 3 sal in doz nayê vekirin." nivîsandîne dest bi çalakiya xwe kirin. 
Malbat a li gel betlaneya edliyê û germê jî çalakiya xwe didomîne, li ser hesabê xwe yê civakî ev peyam parve kir: "Li çar aliyên Tirkiyeyê daristan dişewitin. Li çar aliyên Tirkiyeyê cotkar ji ber pirsgirêkên xwe yên aborî çalakî li dar dixin. Li çar aliyên Tirkiyeyê qêrînên edaletê bilind dibin. Bingeha dewletê edalet e. Çima rayedar bêndeng in...Li Qesra Edliyeyê zilm didome."