Çalakiya “edaletê” di roja 146’an de ne
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 146 rojin li ber Edliya Rihayê di nobeta “edaletê” de ne.
Riha - Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê di êrîşa 24’ê Hezîrana 2018’an ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li ber Edliyeya Rihayê 146 rojin nobeta “edaletê” dewam dikin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê hesabê Wezareta Dadê, Rojnameger Şîrîn Payzin, Bariş Yarkadaş etîket kir û ev gotin parve kir:"Heta guhertinek çênebe ne pêkan e ku welat biguhere. Kesên qetil dikin û zilmê dikin neparêzin! Sekna li dijî neheqî û zilmê rûmeta mirovan e. Ji bo menfaetê rûmeta xwe winda nekin. Nobeda me ya edaletê di roja 146'emîn de ye."