Çalakiya “edaletê” di roja 117’an de ye

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, nobeta “edaletê” di roja 117’an de berdewam dikin.

Riha - Li Pirsûsa Rihayê berî hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, xizm û parêzvanên wî êrîşê endamên malbata Şenyaşar kiribûn û Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe di wê bûyerê de winda kir û kurek wê jî di girtîgehê de ye li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê di çalakiya nobeda "Edaletê" de ne û di roja 117’emîn de çalakiya xwe didomînin. 
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyê Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î yê 5’ê Adara 2020’an dema li Desteya Giştî ya Meclisê kulm li Parlamenterê CHP’ê Engîn Ozkoç dida hatibû kişandin bi nivîsa; “Dê teqez rojek ên hilbijartî jî biçin êdî bila wê rojê nebêjin ferman ji me re hatibû dayîn. Hûn hemû bi hewldana veşartina komkujiyê dibin hevkarên sûc. Dozgeriyê 23 bersûc tesbît kirine, bila hema niha çi pêwîst be bike.”