Çalakgera jin: Li Sûdanê zêdetirî 550 jin rastî destdirêjiyê hatin
Berpirsa Saziya Têkoşîna Li Hember Tundiya Li Ser Jin û Zarokan û çalakger Salima Ishaq Mohamed Al-Khalifa da zanîn ku li Sûdanê ji destpêka pevçûnan heta niha ji 550'yî zêdetir jin rastî destdirêjiya Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) hatine.
Navenda Nûçeyan – Di pevçûnên ku di navbera artêşa Sûdanê û RSF’ê de destpêkirine de heta niha bi sedan jin û keçik rastî destdirêjî û derkirina zayendî hatine. Salîma da zanîn ku ev tê wateya binpêkirina yasayên navnetewî û mafên mirovan.
Berpirsa Saziya Têkoşîna Li Hember Tundiya Li Ser Jin û Zarokan û çalakger Salima Ishaq Mohamed Al-Khalifa, di heman demê de rayedara saziyê ye jî. Salîma, duh daxuyaniyek da û bi bîr xist ku di Nîsana sala 2023’an de pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û RSF’ê de destpê kirine. Salîma da zanîn ku ji wê çaxê de ji 550'yî zêdetir jin û keç rastî destdirêjiya endamên RSF’ê hatine û ev yek bi belgeyan hatiye piştrastkirin. Ev agahî, piştî ku Amerîkayê RSF bi sûcên wekî destdirêjî û awayên din ên tundiya zayendî sûcdar kir, hatin dayîn. Rayedar da zanîn ku ev hejmar ji raporên pisporên tenduristiya ruh ên alîkariya mexdûrên destdirêjiya li tesîsên tibî dixebitin hatine girtin. Rayedar diyar kir ku lewma jî tenê beşek biçûk ji êrîşên rastîn ên di vê demê de li hember jinan pêk hatine, temsîl dike. Rayedar ragihand ku nikarin xwe bighînin hemû bûyeran û wiha got: “Ji ber ku li hinek herêman têkiliya bi wan re qut bûye û gelek jin ji tirsa ku ewê bibin qurbana mohrkirina civakî, destdirêjiyê ji me re ranaghînin. Her wiha li hinek deveran saziyên tenduristiyê tune ne.”
Kurtaja ne yasayî dikin
Salima Ishaq Mohamed Al-Khalifa, agahiya “Di navbera Îlona 2023’yan û Nîsana 2024’an de rayedaran kurtaja 36 jinên ku li paytext Hartumê rastî destdirêjiya endamên RSF’ê hatine jî, erê kirine” piştrast kir. Di nêz de piştî êrîşên RSF’ê yên li hember eyaletê, 10 jinên ji Eyaleta Gezîrayê koçber bûne hatine kurtajkirin. Li Sûdanê ji bo kurtajê erêkirina yasayî pêwîst e. Tenê dema ku jin di encama destdirêjiyê de ducanû bûyîbe, cenîn nikaribe bijî an jî komplîkasyonên xeter habin destûra kurtajê tê dayîn.
Sûcê tundiya zayendî
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê duh daxuyaniyek da û got ku RSF li herêma Darfurê ‘komkujî’ pêk aniye û sivîlên ji hinek komên etnîkî yên hatine kifşkirin, bi awayekî ‘sîstematîk’ kuştiye. Di Cotmeha sala 2024'an de Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyên Navnetewî ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî ku li Sûdanê ye, RSF'ê û komên girêdayî wê, bi destdirêjî, koletiya zayendî û binpêkirinên din ku wek ‘tundiya zayendî’ binav dike, sûcdar kir.