Çalakger banga alîkariya însanî ji bo Filistîniyan kirin

Jinên têkoşer ên Fîlîstînî bang li civaka navneteweyî kirin ku li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê destwerdanê bike û daxwaza avakirina korîdora alîkariyên mirovî kirin.

NAGHAM KARAJEH

Xezze – Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Xezeya dorpêçkirî de, bi îdîaya ku rêveberiya Tevgera Cîhada Îslamî ber bi sibeha 9’ê Gulanê ve kirine hedef, gelek sivîl hatin kuştin. Aktîvîsta mafên jin û zarokan Wafaa Ebû Mûsa diyar kir ku ji ber êrîşên Îsraîlê gelek sûcên şer hatin kirin û gelê Filistînê jî di bin van êrîşan de jiyaneke dijwar derbas dike.

'Zarok rastî travmayên giran tên'

Wefaa Ebû Mûsa diyar kir ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê komkujî pêk tên û wiha got: “Jin, zarok, kal û pîr û sivîlên bêparastin tên qetilkirin. Wêrankirina hin malbatan ji ber êrîşên Îsraîlê bandorek derûnî ya giran li ser gel çêdike. Îsraîl her cure binpêkirina mafan dike. Ev êrîş bi taybetî di zarokan de dibin sedema encamên giran ên trawmatîk. Ji ber êrîşan tirs, fikar û fikar di zarokan de derdikeve holê. Ev yek nexweşiyên psîkolojîk ên wekî fikar û panîkê çêdike.”  

'Ji ber êrîşan xizanî zêde dibe'

Wefaa Ebû Mûsa da zanîn ku ev 15 sal in dorpêç û şer didome û wiha got: “Ji ber êrîşan xizanî zêde dibe. Dorpêç û rewşa şer bandorên neyînî yên pir giran li ser jiyana gelê Filistînê çêdike. Dema em li qada perwerdeyê dinêrin ji ber xizaniyê di perwerdeyê de kêmbûn heye. Jin ji bo debara malbata xwe bikin dikarin dev ji perwerdehiyê berdin. Pêşengiya wan têkoşîna jiyanê ye. Di vê demê de kuştina sivîlan, bêparkirina ji jiyaneke asayî, xizaniya sîstematîk, êrîşên dubare û wêrankirina binesaziya li herêmên Filistînê binpêkirina mafên mirovan e.”

'Êrîş tundiya li ser jinê zêde dike'

Parêzer Manal Moqat jî anî ziman ku ji ber êrîşên li ser Xezayê şîdeta li ser jinê zêde bûye û jin li hemberî tundiyê metirsîdar in. Manal Moqat wiha got: “Êrîşên niha yên li ser Xezayê ji bo piraniya xelkê tê wateya zehmetiya aborî. Ev yek herî zêde bandorê li jinan dike. Pirsgirêka aborî dibe sedem ku gelek kes koçber bibin. Di rê de jin ligel gelek pirsgirêkên din rastî tacîza zayendî tên."

Banga lezgîn ji civaka navneteweyî re

Manal Moqat bang li civaka navneteweyî kir ku li gorî biryara 1325 a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku parastina jinan di rewşên şer û pevçûnan de diparêze, ji bo bidawîkirina êrîşan û parastina gel li Şerîda Xezayê destwerdanê bike û daxwaza alîkariyên mirovî yên lezgîn kir.

'Îsraîl tevî protokolan hiqûqê paşguh dike'

Lêkolîner Xezal El-Natûr jî diyar kir ku Îsraîl tevî peyman, protokolên îmzekirî û encamên ku mafên zarokan û jinan têde hene, bêyî ti fikarên hiqûqî û mirovî hewl dide jin û zarokan bikuje. Xezal El-Natûr diyar kir ku qetilkirina xwişkên Danîa Adass û Îman Adass sûcê mirovahiyê ye û got, "Wan jî bi êrîşên xwe xeyalên van xwişkan qetil kirin."