99 jin û zarokên malbatên DAIŞ’ê radestî dewleta Kirxizistanê hatin kirin
Fermandariya Navendî ya Hêzên Hevpeymanê, ragihand ku 27 jê jin û 72 jê zarok bi giştî 99 kesên ji malbatên DAIŞ’ê yên li Kampa Holê radestî dewleta Kirxizistanê hatine kirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/02/20240223-dke-750x430-1-png64ac4e-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Çarşema borî di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeyeke Komara Kirxizistanê de li ser vegerandina hejmarek jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê ji kampa Holê, lihevkirin çêbû.
Li ser vê yekê îro 99 jin û zarok ku 27 jê jin û 72 jê zarok bûn ji kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê radestî dewleta Kirxizistanê hatin kirin.
Hêjayî gotinê ye ku li gorî bîlançoyan ji sala 2023’an ve 4 hezar û 500 endamên malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê vegerandine welatên wan.