90 rojin Emîne Şenyaşar “edaletê” dixwaze
Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe windakirî li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar 90 rojin di nobeta “edaletê” de ne.
Riha – Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya nobeda edaletê di roja 90'an de dewam dike.
Malbatê di parvekirina xwe ya medya înternetê ya îro de, wiha got: “LI QESRA EDALETÊ YA RIHAYÊ, dozger kesên li nexweşxanê komkujî pêk anîn diparêze û wê di vê bêhiqûqiya xwe derbasî dîrokê bibe. Bila dosyeya dozê were vekirin, EDALET cihê xwe bibîne.”
Ferit Şenyaşar, diyar kir ku ji ber pirsgirêkên tenduristiya dayika xwe, ew ê ji sibê ve heftê 3 rojan li ber edliyê nobeta edaletê dewam bikin. Ferît, da zanîn ku ew ê hefteyê rojekê jî ji bo piştgiriya hiqûqî biçin bajarên derdorê ziyaret bikin û rojên mayîn jî, dê li mala xwe nobeta xwe bidomînin.