9 sal piştî rizgarkirinê îro jin li Çiyayê Kizwanan rêveberiyê dikin
Hevseroka Meclisa bajarokê Xera ê Çiyayê Kizwanan Mehatî Mihemed salvegera 9’emîn a rizgarkirina Çiyayê Kizwanan pîroz kir û bang li jinan kir ku rêxistina xwe xurt bikin û ji bo parastina Çiyayê Kizwanan têkoşîna xwe mezin bikin.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Çiyayê Kizwanan, li kantona Cizîrê yê herî bilind e. Bilindahiya wê ji 290 heta 350 metre ye, dirêjahiya wê jî 85 km. ye û ji rojhilat dest pê dike heta rojavayê wê her wiha firehbûna wê jî nêzî 15 km. ye. Di warê siyasî, erdnîgarî û stratejîk de xwedî cihekî girîng e di nexşeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û ji Çiyayê Kizwanan, Çiyayên Şengalê tên dîtin.
Girîngiya wê ya stretejîk a ku di qonaxên 9 salan de çêbûye
Çiyayê Kizwanan ji hêla rejîma Baasê ve heta dawiya 2012’an dihat birêvebirin, bi destpêkirina sala 2013’an re Cebhet El-Nusra êrîş bir ser herêmê û li wir baregehên xwe çêkir. Piştî ku şervanên YPJ/YPG’ê Serêkaniyê ji çeteyên Cebhet El-Nusra rizgar kirin û planên wan pûç kirin, heman çeteyan Çiyayê Kizwanan radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin. Çeteyên DAIŞ’ê ji wir êdî dest bi êrîşên li ser Til Temir û Hesekê kirin her wiha Çiyayê Kizwanan ji çeteyan re bû xeleka gihandina hev, ji Mûsila Iraqê û Reqaya Sûriyeyê re.
Piştî êrîşa 23’ê Sibata 2015’an a herî mezin li ser bajarê Til Temirê û revandina 250 Aşûriyan, li ser bangawaziya gelê Çiyayê Kizwanan û êl û rûspiyên pêkhateyên herêmê şervanên YPJ/YPG’ê di 6’ê Gulana heman salê de dest bi Pêngava Rizgarkirina Çiyayê Kizwanan kirin. Di 21’ê Gulana 2015’an a Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo de şervanan ala serkeftinê li ser keleha Sukera ya Çiyayê Kizwanan bilind kirin û mizgîniya rizgarkirina çiya ji gel û jinên wê re ragihand. Niha Çiyayê Kizwanan ku 30 km. li başûrî bajarê Til Temir û Hesekê dikeve, di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ye.
9 sal ji rizgarkirinê, niha Çiyayê Kizwanan bi pergala neteweya demokratîk û azadiya jinan xwe birêve dibe, ên ku wê birêve dibin jî jin in ji bo ku em bizanibin jin di çend pêvajoyan re derbas bûne û her pêvajoyek çiqas bandorê li wan kiriye û niha di çi astê de ne, hevseroka Meclisa bajarokê Xera yê Çiyayê Kizwanan Mehatî Mihemed ji ajansa me re axivî.
‘Li hundir mêr û li derve jî DAIŞ’ê jin gelek tengav dikirin’
Mehatî Mihemed da zanîn ku bêyî rejîma Baasê guleyek jî biteqîne di 2013’an de Çiyayê Kizwanan radestî Cebhet El-Nusra dike û wiha behsa pêvajoyên ku li wê çiyayê derbas bûne kir: "Bêyî ku rejîma Baasê guleyek biteqîne ango li ber xwe bide Çiyayê Kizwanan radestî çeteyên Cebhet El-Nusra kir û ji herêmê vekişiya. Weke gel û jinên Çiyayê Kizwanan ji ber em rûbirûyî terorê hatin me gelek êş kişand, bi taybetî di nava du salên serweriya DAIŞ’ê de. Rengê jinan li kolanan, taxan û li gundan, li nav zevî û kargehan nedihat dîtin. DAIŞ’ê di bin navê olê de êrîş kir û ola îslamê ji wan bêrî ye, ji ber ku di olê de ferq û cudahiya neteweyan û pêwîstiya qirkirina hev nehatiye ziman. Ji bo tundrewbûna xwe, zagonên tund li ser jinan ferz kirin. Bi hatina DAIŞ’ê re jin rûbirûyî qetilkirin, tundî û îşkenceyê hatin ku ji aliyekî din ve jî tundiya hişmendiya baviksalarî li ser wan hebû. Li hundir mêr û li derve jî DAIŞ’ê jin gelek tengav dikirin, jinên El-Hisbê yên girêdayî DAIŞ’ê ku ji serçeteyên wan ên biyanî pêk dihatin jin qamçî dikirin û ew pêvajoyên herî biêş û bêewle bûn ji jinên Çiyayê Kizwanan re."
‘Piştî DAIŞ’ê jin êdî li cewherê xwe û jiyana komînal vedigerin’
Mehatî Mihemed bi lêv kir ku piştî 9 salan ji rizgarkirinê îro jin Çiyayê Kizwanan birêve dibin û wiha pêl da gotinên xwe: "Ji bo ku tolê ji hovîtiya DAIŞ’ê û tundrewbûna wê bigrin û bersiva êş û janên kişandine bidin, jinên Çiyayê Kizwanan piştî rizgarkirinê weke pêlên deryayê herikîn qadan û xwe birêxistin kirin. Di avakirina komînê de rola xwe lîstin û weke hevserok û endamek wê komînê rengê xwe dan der. Bi destpêkirina 2016’an sîstema xwe dan rûniştandin. Di komîteyên jinan û parastinê de, di avakirina meclisa bajarok de jî dikaribûn gund û bajarok û Çiyayê Kizwanan birêve bibin. Ji bo pêşxistina herêmê û danasîna jinan bi zagon û mafên wan di Kongra Star, Mala Jin, Şaredarî û HPC-JIN de jî di cihê biryarê de bû. Jinên Çiyayê Kizwanan bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan dikaribû gavên bi kalîte bavêjin, jin êdî li cewherê xwe û jiyana komînal vedigerin.
Jinan ferqa xwe danîn ortê ku di salên serweriya DAIŞ’ê de çawa bûn û niha di dema Rêveberiya Xweser de çawa ne. Jin bi dewreyên hişyarkirinê re îmaja xwe ya ku ji aliyê DAIŞ’ê ve li pêşberî civakê hatibû reşkirin, sererast dikin. Di heman demê de jin êdî fêrî bikaranîna çekê dibin û ev faktorên parastinê di kesayeta wan de xurt dike ku bikaribin di pêşerojê de li hemberî êrîşên ku çêbibin xwe û axa xwe biparêzin. Ger jinan sîstema xwe ya parastinê ava kiribûya, wê bikaribûna li dijî DAIŞ’ê ji bo parastina ax û civaka xwe şer bikirana lê mixabin wê demê em ne di wê zanebûna niha de bûn. Em îro kêfxweşiya xwe nadin tu kesî."
'Jin bi rêxistinbûyînê nasnameya xwe ya ku bi têkoşînê bi dest xistine diparêzin'
Mehatî Mihemed bal kişand ser têkoşîna jinan a li hemberî hişmendiya mêrsalarî, terora DAIŞ’ê û wiha domand: "Ruxmî me gelek destkeftî bi dest xistin jî têkoşîna me didome û bi taybetî têkoşîna jinan, ji ber jin ne tenê li hemberî komeke çete têdikoşin ew li hemberî civaka ku wê şaş fêm kiriye têkoşîneke demdirêj dimeşînin. Bi şev û rojekê hişmendiya mêr û civakê nayê guhertin lê em dikarin vê têkoşînê heta dawî bidomînin û encamên baş bi dest bixin. Ji lewre em roja rizgarkirina Çiyayê Kizwanan li tevahî jinan pîroz dikin ku şervanên YPJ/YPG’ê dikaribûn jiyana nû pêşkêşî me bikin. Pêwîst e jin hevgirtina xwe xurt bikin da ku em bikaribin welatê xwe ji êrîşên muhtemel biparêzin û destekftiyên xwe bi parastina nasnameya xwe misoger bikin."
'Ji bo ku dagirker negihîjin Çiyayê Kizwanan divê jin xwe bikin mertal'
Mehatî Mihemed di dawiya axaftina xwe de ev bangewazî li jinan kir: "Divê ku bi qasî em êşiyan û me rêhevalên xwe di oxira vê şoreşê de ji dest dan, dengê xwe bilind bikin û destkeftiyan biparêzin, ji ber bedelên ji bo me hatin dayîn her kes nikare bide. Me dewleta Tirk û planên wê yên dagirkirin û qirkirinê ji bîr nekiriye, niha ji bo ku tola DAIŞ’ê bistîne dewleta Tirk dixwazin bigihîjin Çiyayê Kizwanan û dagir bikin, em bang li jinan dikin ku di komînan de û di komîteyên parastinê de rêxistina xwe xurt bikin, da ku careke din em wê tarîtiyê nejîn û ji çiyayên xwe re bibin mertal."