9 kesên ku ji ber mirina xwendekara Gabonî hatibûn binçavkirin hatin berdan

Der barê mirina bi guman a hemwelatiya Gabonê, Jeannah Danys Dinabongho Ibouanga xwendekara zanîngeha Karabukê 9 kesên ku hatin binçavkirin hatin berdan.

Navenda Nûçeyan- Li Karabukê der barê mirina hemwelatiya Gabonê, Jeannah Danys Dinabongho Ibouanga bi koordîneya serdozgeriya komarê, leşkerên navçeyê û muduriyeta emniyetê ya navçeyê lêpirsîna ku hat destpêkirin berdewam dike.

Di çarçoveya lêpirsînê de 3 kesên biyanî yên ku hatibûn binçavkirin jî di nav de 9 kes sewqî edliyeyê hatin kirin. 6 kes piştî lêpirsîna dozger hatin berdan, 3 kes jî ji aliyê dadgehê ve bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Di dîmenên dawî de hat tesbîtkirin ku bi linqên tazî reviyaye

9 kesên ku bi gumana bersûc in hatin binçavkirin, hatin berdan û dîmenê herî dawî yê xwendekar  derket holê. Li kolenek ku mala wê lê ye di dîmenê ku ketiye kameraya ewlehiyê ya siteyekê tê dîtin ku di saetên şevê de bi lingên tazî direve.

Çi bûbû?

Makinistê di xeta tirêne ya li nêzî gundê Yeşilkoy, di 26’ê Adarê de dema ku kesek li mêrga Filyos bê tevger dît, agahî da rayedaran. Tîma ku cenaze ji avê derxist, diyar kir ku ew cenaze ayîdê xwendekara zanînageha Karabukê hemwelatiya Gabon Jeannah Danys Dinabongho Ibouang a 17 salî ye. Serdozgeriya komarê ya Karabukê destnîşan kir ku di bedene wê de tu nîşaneyên êrîşa, zayendî, şopên kêran û çekê tunebûye. Hatibû diyarkirin ku di nava avê de xeniqiye.

Di girteka ‘Mirin û otopsiyê’ de nota bijîjkê pispor ku gotibû ‘Niha em nikarin bibêjin çawa miriye, yan jî rapora destpêkê ne têrker e divê rapora esasî were’ derketibû holê. Li hemberî nota pispor daxuyaniya ku ji aliyê serdozgeriya Karabukê ve hat dayîn rastî bertekan hatibû.