9’emîn Salvegera Komkujiya Kobanê: Berxwedana me didome
Piştî rizgarkirina Kobanê di 25’Hezîrana 2015’an çeteyên DAIŞ’ê komkujiyek li Kobanê pêk anî û 242 welatî hatin qetilkirin. Jinên ku bûn şahîdê komkujiyê diyar kirin ku di 9’emîn salvegera komkujiyê de berxwedana wan bê navber didome.
Nûrşan Ebdî
Kobanî- Piştî berxwedaniya bê hempa ya şervanên YPG û YPJ Kobanê di 26’ê Çileyê de ji destê çeteyên DAIŞ’ê ve hat rizgarkirin. Piştî 5 mehên ji rizgarkirinê çeteyên DAIŞ’ê bi alîkariya dewleta Tirk di 25'ê Hezîrana 2015’an de li bajarê Kobanî û gundê Berx Botanê ya girêdayî Kobanê li dijî sîvîlan komkujî pêk anî. Di encama vê komkujiyê de di nav de jin û zarok 242 welatî jiyana xwe ji dest dan.
Jinên ku bûn şahîdê komkujiyê asta hovitiya çeteyên DAIŞ’ê ji ajansa me re axivîn û diyarkirin ku ku çeteyan bi alîkariya îstîxbara Tirk ketiye Kobanê û komkujiî pêk anîye.
‘Kobanê bi xwîna gel hatiye avdan’
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Kobanî Sara Xelîl der barê komkujyê de axîvî û wiha got: "Meha Hezîranê ji bo gelê Kurd û bi taybet ji bo xelkên Kobanê re meha êş û azaran e. Bi sedan malbatan di komkujiya 25'ê Hezîranê de mirov û zarokên xwe wenda kirin. Berxwedana li Kobanê ne hêsan bû ew destaneke dîrokî bû. Kobanê wek keleha berxwedanê hat binavkirin ji ber her bostek xaka wê bi xwîna gelê wê avdayî ye.”
‘Komkujî bi plana dewleta Tirk pêk hat’
Sara Xelîl diyar kir ku ji ber şoreşa 10’ê Tirmehê li vir destpêkir ji ber vê Kobanê hatiye hedef girtin û destnîşan kir ku yekem bajar e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû ku derbasî Sûriyeyê bû û wiha pê de çû: “Komkujî bi pilankirî bû ji ber destpêkê dewleta Tirk îstixbarata xwe li bajêr bi cih kir, piştre di milê leşkerî de piştgiriya wan kir ji bo derbasî bajêr bin. Bi cilên hêzên YPG û YPJ ketin Kobanê. Di 25'ê Hezîranê de plana xwe pêk anîn û komkujî li dijî welatiyên sivîl pêk anîn. Dema DAIŞ'ê komkujî pêk anî gelek jinan çek rakirin ji bo tax zarok û malên xwe biparêzin. bi hêzên YPG û YPJ re parastina bajarê xwe kirin. Çiqas dewletên desthilatdar me têk bibin em ê biser bikevin ji ber em binkeftinê nas nakin.”
‘Dewleta Tirk hevkarê komkujiyê ye’
Xanim Elî ya 35 salî yek ji şahidên komkujiyê ye got: "Piştî şoreş ji bajarê me destpê kir em di ewlehî û aramiyê de bûn, lê ev yek li kêfa dewleta Tirk a dagirker nehat û dest bi piştgiriya çeteyên DAIŞ'ê kir. Di encam de êrîşî bajarê me kirin, ji wan were ew ê me têk bibin lê belê hêz û gelê me nehiştin armanca dagirkeran pêk were û ev bajar ji her çeteyek re bû goristan. Piştî çend mehan ji serkeftinê tevgera vegera welatiyan ji bajêr re çêbû lê belê dewleta Tirk a dagirker ev yek nepejirand û çete amade kirin ji bo derbasî bajêr bike û komkujiyan pêk bîne.”
Xanim Elî di berdevamiya axaftina xwe de wiha behsa roja êrîşê kir: “Em seat 5'ê sibehê li ser dengê guleyan ji xew rabûn, wê demê hevjînê min di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de kar dikir, 3 mêr derbas bûn yek ji wan birîndar bû û alîkarî ji hevjînê min xwestin. Yê birîndar digot YPG hewil da me bikuje. Hevjînê min bi wan re ji bo dermankirinê çû, piştre min hewil da bi malbata xwe re têkevim têkiliyê. Wê demê min nas kir DAIŞ’ê bi cilên YPG û YPJ êrîşî bajar kirine û welatiyan qetil dikin. Di wê demê de em gelekî tirsiyan û xelkê dest bi terikandina malên xwe kirin. Piştî rizgarkirina bajêr ji DAIŞ bo cara duyem, em li hevjînê min geriyan, me dît ku li ser riya nêzî navenda Baqî Xido ya çand û hunerê şehîd bûye.”
"Bila dewletan çeteyên xwe bibin welatê xwe’
Cîhan Bozan ya 32 salî ku yek ji şahîdê komkujiyê got: "Em weke gelê Kobanî me gelek azar di dema DAIŞ’ê de kişandin. Malên me wêran bûn û em ji malên xwe koçber bûn. DAIŞ’ê komkujiyeke hovane li dijî xelkên me pêk anî. Cîhan li ku derê bû? Kanî mafên mirovan? Kî wê hesab ji çeteyên ev komkujî pêk anîne bixwaze? Me çi kiriye da em di xew de werin kuştin? tenê ji ber em Kurd in êş li ser me ferzkirî ne. Di vê rojê de çawa dewleta Tirk tolhildana çeteyên xwe hila û komkujî li dijî me pêk anî em ê tola xwe hilînin. Heta roja me ya îro jî xeteriyeke mezin li ser welatiyan heye ji ber çeteyên DAIŞ'ê di zindanên me de ne. Bila dewletên cîhanê çeteyên xwe bibin û wan darizînin.”