‘80 rojnamevanên Filistinî hatin desteserkirin 12 rojnamevan hatin windakirin’

Cemiyeta Esîrên Filistîn ragihand ku ji destpêka êrişên Îsrailê heta niha li Şeriaya Rojava û Zîvala Xezayê 80 rojnamevanên Flistînî hatine desteserkirin. Cemiyetê diyarkir ku 12 rojnamevan bi zorê hatine windakirin.

Navenda Nûçeyan- Cemiyeta Esîrên Filistîn derbarê rojnamevanên di êrişên Îsraiêl ji 7’ê Cotmehê ve hatî destpêkirin û li Zîvala Xeza, Şeriaya Rojava hatin binçavkirin daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji derveyî qirkirina hêzên Îsrailê li beramberî gelê Filistinê çalakiyên gef, binçavkirin û desteserkirinê zêde bûye.

80 rojnamevan hatin binçavkirin yan jî hatin desteserkirin

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di êrişên Îsrailê li Zîvala Xezayê berdewam dike de 80 rojnamevanên Filistînî hatine binçavkirin û yan jî hatine destserkirin; hate diyarkirin ku 49 jê hê ji aliyê hêzên Îsrail ve tên girtin. Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku herî dawî li El Halil rojnamevanên bi navê Bîlal Tavil û Mahmud Fatafata hatine binçavkirin, pêvajoya girtinê bi hinceta ‘temamkirina lêpirsînê’ heta 9’ê Hezîranê hatiye dirêjkirin. 

5 jin bi hincetên cûda tên girtin

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hate kirin ku ji 4 rojnamevanên hatine binçavkirin İhlas Savalha, Buşra Tavil û Esma Hariş, ‘girtiya îdarî’ Rula Hasaneyn bi hinceta ‘provokasyonê’ tên girtin. Zanyariya ku rojnamevan Sumeyye Cevabira jî di ‘girtîgeha malê’ de tê girtin parve kir.

12 rojnamevan bi zorê hatin winda kirin

Di daxiyaniyê de hate bi bîrxistin ku li Xezayê 12 rojnamevan bi zarê hatine windakirin, piraniya wan di 16’ê Mijdarê di serdegirtina nexweşxaneya Şifa ku 10 rojan berdewam kirî de hatine desteserkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îsraîl binçavkirina îdarî ji bo "hebûna dosyayeke veşartî" weke hincet bi kar tîne, lê belê bal kişand ser wê yekê ku ji bo kontrolkirin û çavdêriya zêde li ser xebatên endamên çapemeniyê bi kar tîne.

Rastî her cûrê cezakirinê tên

Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku endamên çapemeniyê jî dibin çavan de rastî her cûrê cezakirinê ên weke îşkence, birçîhiştin, di qada tendirûstiyê de sûcên tên pêkanîn tên. Bang hate kirin ku di destpêkê de Netewên Yekbûyî û hemû saziyên nevnetewî, di mijara rojnamevanên ji aliyê Îsrail ve hatine binçavkirin û destserkirin berpirsyartiya xwe bicih bînin. 

Di êrişên Îsrailê ji 7’ê Cotmehê ve li ser Zîvala Xeza berdewam dike de herî kêm 15 hezar 328 zarok, 10 hezar 171 jin jî di nav de 36 hezar û 439 Filistinî jiyana xwe ji dest dane, 82 hezar û 627 kes birîndar bûne.