‘80 hezar Filistînî neçar mane ku Refahê biterikînin’

UNRWA’yê ku têkildarî êrişên Îsraîlê yê li ser Filistinê daxuyaniyek da, ragihand ku ji 6 Gulanê heya niha nêzîkî 80 hezar Filistînî neçar mane ku bajarê Refah ê li başûrê Zîvala Xezayê biterikînin.

Navenda Nûçeyan – Saziya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) UNRWA’yê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de got ku ji 6 Gulanê heya niha nêzîkî 80 hezar Filistînî neçar mane ku bajarê Refah ê li başûrê Zîvala Xezayê biterikînin.

‘Tu cihek bi ewle nemaye’

UNRWA’yê li ser medyaya dijîtal X’ê daxuyaniyek da got: ‘’Ji 6’ê Gulana ku hêzên Îsraîlê operasyonên xwe zêde kirine heya niha nêzîkê 80 hezar Filistînî ji bo ku derbasî herêmên din bibin, ji bajarê Refahê reviyane. Êş û zehmetiyên ku ev malbat rû bi rû dimînin gelekî mezin in.’’

UNRWA’yê dubare ragihand ku li Zîvala Xezayê ‘tu cihek bi ewle’ nemaye.

Encamên bîlançoya êrîşên Îsraîlê jî roj bi roj girantir dibe. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di nava 24 saetên dawîyê de herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji destpêka şerî heya niha jî nêzîkê 35 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û her wiha 78 hezar û 514 kes jî birîndar bûne.