8’emîn salvegera serkeftina Kobanê hat pîrozkirin

Şêniyên herêma Firatê 8`emîn salvegera serkeftina Kobanê û 9`emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser pîroz kirin. Di şahiyê de peyamên berxwedan û têkoşîna li dijî êrîş û gefên dewleta tirk hatin parvekirin.

Kobanê- Di 27`ê Çileya 2014`an de, şêniyên Rojavayê Kurdistanê ku di 19`ê Tîrmeha 2013`an de şoreş li dar xistin, damezrandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk li ser asta Efrîn, Kobanê û Cizîrê ragihandin. Her wiha şervanên YPJ`ê û YPG`ê di 26`ê Çileya 2015`an de berxwedana ku 134 rojan li hemberî çeteyên DAIŞ`ê berdewam kir, ragihandin.

Di çarçoveya van herdu munsebatan de, îro bi sedan şêniyên herêma Firatê, malbatên têkoşerên berxwedana Kobanê, şervan û gaziyên ku di şer de cihê xwe girtibûn, Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û hwd. şahiyeke girseyî li eywana Firat a bajarê Kobanê li dar xistin.

Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, pişt re ji aliyê Rêveberiya Xweser, Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Em sonda berxwedan û têkoşînê didin

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî girêdayî gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Kobanê wiha axivî: "Em di vê roja taybet de ku bi hezaran şervanan soza parastina Kobanê dan, ji ber vê Kobanê ji bo DAIŞ’ê û dewleta tirk bûye înad, rojane êrîş û gefan dixwin, sonda berxwedan û bilindkirina têkoşînê didin. Em ê bi hev re, bi rihê Apoyî, bi hêviyên zarokên şehîdan û bi bîrdoziya Rêber Apo vê axê biparêzin. Çawa ku şehîd Zehra Penaber di rizgarkirina Kobanê de dibêje; xweziya hevalên şehîd hebûna û wan jî ev roj bidîtana. Ez jî dibêjim xweziya di vê rojê de hemû şehîd zindî bibûna, aramî û azadiya ku bi xwîna xwe afirandin bidîtana."

Wê serkeftina beriya 8 salan careke din dubare bibe

Her wiha endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zozan Bekir bal kişand ser berxwedan û têkoşîna jinan û got: "Asta ku em îro weke jin gihîştinê, xwe dispêre berxwedan û rola jinan a di nava şerê Kobanê de. Ji ber vê me di dirêjahiya van 8 salan de xwe li ser bingeha vî mîrasê birêxistin kir û em ê vê têkoşînê heta serkeftinê berdewam bikin. Dewleta tirk heta vê kêliyê jî hê bawer nekiriye ku ew di têkbirina DAIŞ`ê li Kobanê, tunebû. Lewra ew di roja îro de hemû rêbazên êrîşan bikar tînin da serkeftin û destkeftiyên me ji holê rakin. Li ser vê bingehê peyama me ya di vê roja pîroz de ev e; çawa ku beriya 8 salan hûn bi vîn, hêz û berxwedana vî gelê binketin. Em ê careke din planên we bi bin bixin û serkeftinê misoger bikin. Berxwedan jiyan e û wê ala Kurdistanê her dem bilind be."

Piştî axaftinan bernameya hûnerî ya şahiyê bi stran, govend û helbestên komên navenda Tevgera Hîlala Zêrîn, Çand û Hunera Baqî Xido û hunermendên ji pêkhateya Ereb domiya.

Şahî bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Kobanê" bi dawî bû.