8’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê bi şahiyek hat pîrozkirin

Bi boneya 8’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de peyamên parastina nirxên şehîdan û avakirina xweseriya Şengalê hatin dayîn.

Şengal- Di 13’ê Mijdara 2015’an de Şengal ji aliyê gerîlayên HPG'e YJA Star, YPJ, YPG’e û şervanên Êzidxanê ve hat rizgarkirin. Civaka Êzidî vê rojê weke yek ji cejnên xwe dipejirîne her sal di vê rojê de şahiyan li dar dixe. Duh êvarê  li Navenda Şengalê ji aliyê endam û rêveberên sazî û dezgehên Şengalê ve li ser ferman, îxanet, berxwedan û serkeftinê axaftin hatin kirin. Di peyaman de hat diyarkirin ku civaka Êzidî bi naskirina fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Oacalan ji bo xwe riyeke nû pejirandiye û hat gotin ku ji bo gihandina xeyalên şehîdan wê têkoşîn û berxwedana ji bo azadiya fîzîkî Abdulah Ocalan û ji bo xweseriya Şengalê bidome.

‘Bi xwîna dehan şehîdan Şengal rizgar bû’

Destpêkê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Dayê Berfê Elyas axivî û wiha got: “Em weke malbatên şehîdan salvegera rizgarkirina Şengalê li Rêber Apo pîroz dikin. Li tevahî gerîlayan pîroz dikin. Em vê rojê li mirovên ku di fermanê de dilê wan ji bo Şengalê dişewîtî û ji bo civaka me ked dane pîroz dikin. Şengal bi xwîna bi dehan zarokên me rizgar bû, lazim e em jî li vê kedê xwedî derbikevin. Ji Şengalê heya girtîgeha Îmraliyê em silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin.”

‘Me ji bo xwe hêviya nû ya jiyana azad ava kir’  

Li ser navê Rêveberiya Xweser Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen jî di destpêka gotinên xwe de salvegera rizgarkirina Şengalê li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Em di kesayeta şehîd Bêrîvan Egîd, Dilşêr û tevahî şehîdan de bejna xwe li hember wan gerîlayên ku di ber vê axê de canê xwe ji dest dane ditewînin. Em lehengiya wan dozdeh suwariyên ku gelê me ji qirkirinê rizgar kirin pîroz dikin. Me di dîroka qehremaniya civaka xwe de derwêşek nas kir lê Rêber Apo em bi 12 suwariyan re dan naskirin û bi wan dozdeh suwariyan re jî me tevgera azadiyê nas kir. Me ji bo xwe hêviyeke nû ya jiyana azad ava kir îro bi saya wan lehengan em wê hêviya xwe mezin dikin. Em diçin saleke nû her sala ku diçe têkoşîna me mezintir dibe. Em ê rêgeza jiyana demokratîk ji bo xwe bikin hîmê bingehîn ê civakbûnê. Her ku biçe em ê bi wê çandê civaka xwe û gelên ku li ser vê axê dijîn biparêzin.”

‘Em bi yekîtî û tîfaqê dikarin Şengalê biparêzin’

Li ser navê Tevgera Azdiya jinên Êzidî TAJÊ  Neam Bedel jî destnîşan kir ku kombûna gel li wê serkeftinek e û wiha domand: “Gerîlayên ku li Şengalê li hemberî çeteyan şer kirin, civaka me bi rêxistin kirin û berê xwe dan çiyayên Azad. Niha gelek kes di şerê li hember dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd ketine. Em wan şehîdan bi bîr tînin. Van gerîlayan ji bo mirovahiyê şer kirin û em ji qirkirinê xilas kirin. Rast e Şengal hatiya azadkirin lê heya niha planên aliyên siyasî li ser me tên meşandin. Hemû cihên ku DAIŞ'ê wêran kiribûn, hikûmetê dest bi ava kirina wan kiriya lê ji bo avakirine Şengalê heye niha tu tiştek nehatiya kirin.”

'YBŞ û YJŞ heya dawî wê gelê xwe biparêzin'

 Li ser navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ'ê Xemgîn Şengalî jî axivî û got: “Eger yekitiyek li Şengalê pêk hatibe, jiyan li van waran vegeriyabe û civaka me bûbe xwedî îrade ev bi saya Rêber Apo ye. Em wek YBŞ û YJŞ'ê ku di ber rizgakirine Şengalê de me, gelek bedelên giranbuha dan, careke din ji gelê xwe re dibêjin ku wê tu hêz nikaribe îradeya gelê me tune bike. Her hêza ku bixwaze dagirkeriyê li ser axa me pêk bîne dê zarokên vê axê li hemberî xwe bibîne.”

‘Ji Şengalê heya çiyayên azad silavên jinên Şengalê’

Hevseroka Şarevaniya gundê Siba Şêx Xidir Elmas Nayif jî ev roj li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan  û tevahî Şervanan pîroz kir û got ku weke jinên Şengalê ji berxwedana gerîla hêzê girtine û xwe birêxsitin kirin. Elmas Nayif salvegera rizgarkirinê li gerîlayên azadiyê pîroz kir û ji Şengalê  silavên germ ji çiyayên azad re şend.

Wê bi çanda xwe rûyê rast nîşan bidin

Endama Çand û Hunera Sitiya Nexşan Sosin Seydo jî got ku weke jinên ciwan ên cihê xwe di çand û hunerê de digrin wan ji bo salvegera rizgarkirina Şengalê gelek amadekariyên rengîn kirine û got ku bi çanda xwe tiştên hatine jiyîn nahêlin werin jibîrkirin. Sosn Seydo got: “Hem rûyê xîyanetê hem jî rûyê bedew ê berxwedanî û serkeftinê me di xebatên xwe de anî der. Vê rojê li tevahî civaka Êzidî û Şervanên ku li Şengalê şer kirin em pîroz dikin. Em ê bi berxwedana xwe xwedî li keda şehîdan xwedî derbikevin.”

Piştî axaftinan stranbêj Berces Xelef, Koma Hêviyên Jiyanê ya Şanoyê, Koma Stranan a Çiyayê Şengalê her wiha ji bajarê Silêmaniyê jî Koma Şehîd Serhed derketin ser dikê û stranên xwe gotin, heya saetên şevê govend hat gerandin.