8’ê Adarê têkoşîna jinan a li dijî zîhniyeta serdest vedibêje
Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziya Mihemed Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û diyar kir ku 8’ê Adarê tê wateya têkoşîna jinan a li dijî zîhniyeta serdest û diyar kir ku dîroka jinan dê bi têkoşînê misoger bibe.
ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo - Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi munasebeta 8’ê Adarê amadekariyên pîrozbahiya Roja Jinan a Cîhanê dikin. Her sal di 8’ê Adarê de tevgera jinan, hest, moral û têkoşîna wan li dijî zîhniyeta desthilatdar zindî û hevpar e. Îsal Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameyeke dewlemend dane pêşiya xwe û bi dirûşma “Tekoşîna me, temînata şoreşa jinan e” wê dest bi çalakiyên xwe bikin. Bi tevlibûna bi hezaran jinan ji tevahî pêkhateyên heremê dê 8’ê Adarê bê pîrozkirin. Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya 8'ê Adarê bi çalakiyên cur bi cur amade kirine. Di çarçoveya hesabxwestina ji dagirker û qatilên jinan dê çalakiyên wan werin lidarxistin.
Der barê rêzeçalakiyên 8’ Adarê de kar û xebatên ku Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane pêşiya xwe her wiha berhemên wan di nava vê têkoşînê de, Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziya Mihemed ji me re axivî.
Xebatên hevbeş ên rêxistinên jinan
Remziya Mihemed bal kişand ser karên hevbeş ên Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dê ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê bên kirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Piştî rizgarkirina gelek herêmên li Sûriyeyê mîna Minbic, Dêrezor û Reqayê, Rêxistinên Jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebateke hevbeş didin meşanidn. Hevbeşiya xebatên jinan li hemû qadên me jiyana hevpar û bi rêxistinkirî bi xwe re ava kir. Em niha di sala 2021’ê de ne, me pêvajoyeke giran û zehmet di nava dagirkerî û kiryaran de derbas kir. Baweriya jinan û hevbeşiya xebatên wan, barê me sivik kir û hişt ku ew ruhê têkoşîna hevpar derkevin pêş. Niha jî ji bo pêşwazîkirina Roja Jinan a Cîhanê 8’ê Adarê me amadekariyên xwe kirin û em ê dîsa bi wî ruhê hevbeş li dijî zîhniyeta serdest çalakiyên xwe li dar bixin.”
Tundiya li ser jinekê, tundiya li ser tevahî jinan e
Remziya Mihemed destnîşan kir ser zehmetiyên heya niha jin di civakê de dibînin zêde ne û wiha domand: “Em di nava civakekê de dijîn ku her bi çavekî biçûk li jinan mêze kiriye. Civaka ku heya niha bi kevneşopiyên xwe ve hatiye girêdan û naxwaze ku jin bibin xwedî mîsyon. Di civaka me de jî kevneşopiyên pêkhateyan nêzî hev in, ji bo wê, mijara ku herî zêde em zehmetiyan tê de dikşînin ev zîhniyeta civakê ye. Di bin navê hin kevneşopiyên civakî de rojane tundî û zext li jinan tê kirin. Êdî em gihîştine wê astê ku sîstemên desthilatdar, dagirker û heya civak jî dijminatiya jinan dikin. Bi dijminatiya bi jinan re dixwazin têkoşîna jinan asteng bikin. Em her dibêjin tundiya li ser jinekê, tundiya li ser tevahî jinan e, li ser vî esasî daxwaza me ew e ku tundiya li ser tevahî jinan bi dawî bibe. Li hemberî vê zîhniyetê jî têkoşîna jinan berdewam dike û dê her dem jin ji bo bidestxistina mafên xwe li qadan bin.”
Sedema hedefgirtina jinan
Remziya Mihemed behsa têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha pêde çû: “Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne sembol û mînak ji tevahî jinên cîhanê re. Hedefgirtina jinên bi rêxistinkirî û siyasetmedar, sedema wê vedigere xurtbûna rêxistina jinan. Êrîşên li ser siyasetmedar û pêşengên jin ji bo şikandina vîna me ye. Di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jinan pêşengiya şoreşê kirin û ev ruhê pêşengiyê di 8’ê Adarê de jî her zindî ye. Bi boneya 8’ê Adarê wê her têkoşîna jinan li dijî zîhniyeta serdest bidome û dîroka jinan misoger bike. Lêgerîn û azadiya jinan, lêgerîn û azadiya civakê bi xwe re tîne.”
Berhemên jinan yên dîrokî hene
Remziya Mihemed pirsgirêkên jinan ên di aliyê aborî û projeyên aborî de anî ziman û wiha dirêjî da gotina xwe: “Ji dîrokê heta roja me ya îro, dayikên me ji bo rêxistina civakê roleke mezin di nava civaka komînal û aborî de lîstin. Berhemên wê yên dîrokî hene lê ew berhem ji aliyê desthilatdaran ve hatine dizîn û fetisandin. Di pergala ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin de, weke Rêxistina Kongreya Star bi taybetî û komîteya aboriya jinan roleke girîng di nava civakê de tê meşandin. Me ji projeyên biçûk dest pê kir da ku jin karibin roleke baş bidin meşandin û aboriyeke xweser ava bikin. Projeyên ku em giraniyê didin wan sewalkarî û çandinî ye, ji ber ku herêmên me bi vê çandê tên nasîn. Armancên me ew e ku hejmareke mezin ji jinan di nava van projeyan de xebatê bidin meşandin da ku karibin aboriye xwe xurt bikin.”
Dîroka 8’ê Adarê bi ruhê têkoşînê berdewam dike
Remziya Mihemed der barê bernameya 8’ê Adarê de kar û xebatên ku Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane pêşiya xwe wiha got: “Di 23’ê Sibatê de me weke Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameyê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê eşkere kir. Em ê bi semîner, panêl, civîn, meş û çalakiyên cur bi cur ji 23’ê Sibatê heta 8’ê Adarê cejna jinan pîroz bikin. Şahiya mezin li ser asta Kantona Qamişloyê di 6’ê Adarê de bi tevlibûna tevahî pêkhateyan wê bê lidarxistin. Her wiha di 8’ê Adarê de jî wê her bajarek şahiya xwe cuda çêbike. Em ji jinên xwedî dîroka 8’ê Adarê re dibêjin ku heta niha têkoşîna wan bi ruhê tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Em dibêjin 8’ê Adara 2021’ê wê bibe bilindkirina tekoşîna jinan û bi dawîkirina tundiya li ser jinan.”