'8'ê Adarê ji bo serkeftina jinên Lîbyayê derfetek e'

Çalakgerên Lîbyayî bang li jinan kirin ku di çarçoveya 8’ê Adarê de têkoşîna xwe ya ji bo xurtkirina hebûna xwe ya di nava civakê de bidomînin.

HINDYA Al-ASHEPY

Bingazî – Çalakgerên Lîbyayê, bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bang li jinên Lîbyayî kirin û diyar kirin ku bi taybet piştî têkoşîna mezin a van salên dawî, divê jin di pêşketina welat de cih bigirin.

'Jinên Lîbyayî dikarin di biryardayînê de cih bigirin'

Aktîvîsta femînîst Hamlînha El-Burasî li ser rola jinan di bihêzkirina jinên Lîbyayî û bilindkirina mafên wan de wiha axivî: “Karê jinan di rêxistin û komeleyên femînîst de bi rewşa Lîbyayê re diguhere. Ev jin hişyariya gel bilind dikin. Ev yek dihêle ku jin bigihîje mafên xwe yên aborî, civakî û siyasî. 8’ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê, ji bo hemû jinên Lîbyayî derfetek e ku destkeftî, çalakî û şiyana xwe ya guhertinê ragihînin. Jinên Lîbyayî yên ku bi salan ji bo tevlîbûna jiyana siyasî û aborî têkoşiyan û serkeftinên mezin bi dest xistin, niha dikarin di navendên biryardayînê de cih bigirin."

'Divê jin têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin'

Çalakvana femînîst Henan El-Mezbil behsa wateya Roja Cîhanî ya Jinan li Lîbyayê dike. Wê diyar kir ku îro ji bo jinan ji bo beşdarbûna jiyanê û îsbatkirina hebûn û şiyana xwe pêşketineke mezin e û wiha got: “Jinên Lîbyayî bi projeyên aborî yên ku di salên borî de ava kirin, roleke mezin di pêşketina welat de lîstin. Rêxistinên femînîst ji bo alîkariyê bidin jinên ku rastî tundiyê tên û hewl didin van jinan tevlî jiyana siyasî û civakî bikin. Her wiha van rêxistinan di guhertina feraseta jinê ya civakê de roleke girîng lîstin. Ew hewl didin ku mafên hemwelatîbûna zarokên jinên Lîbyayî yên ku hevjînên wan biyanî ne, bi dest bixe. Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê re ez bang li hemû jinan dikim ku bi hêz û biryardarî têkoşîna xwe bidomînin da ku hebûna xwe ya di nava civakê de bi awayekî aktîf xurt bikin."