8’ê Adarê: Îsal jin wê li qadan ji bo azadî û jiyanê bi qêrin
Aktivîsta TJA Zelal Bilgin da diyarkirin ku wê starata 8’ê Adarê roja Jinên Cîhanê bi şîara ‘Li dijî qirkirinê jiyan û li dijî tecrîtê jî emê azadiyê bi parêzin’ pêşwazî bikin û ev start wê di 26’Sibatê de li Sêrt û Idil bê dayîn.
Amed- Tevgera Jinên Azad (TJA) wê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi şîara ‘Li dijî qirkirinê jiyan û li dijî tecrîtê jî emê azadiyê bi parêzin’ pêşwazî bikin. Di destpêka bernemaya 8’ê Adarê de TJA wê 26’ê Sibatê li bajarên Şirnex Sêrt û Hezexê bi jinan re werin gel hev. Jin wê pîştre jî heta dîroka 8’ê Adarê çalakiyên cur be cur li gelek bajarên Amed, Îstanbol, Adana, Urfa, Mardîn û Batman û h.w.d mîting, meş, hatina gel hev ya jinan, semîner, panel, şahî û ji bo jinên girtî name werin şandin û pêşangehên wêneya wê bên li darxistin.
“Wê bal were kêşana li ser şîdeta li dijî jinê”
Aktivîsta TJA Zelal Bilgin di derbarê çalakiyên wan yên beriya 8’ê Adarê de ji ajansa me NUJINHA re parvekir û got: ‘Em weke jin di demek ku herî zêde şîdet li dijî jinê hatî kirin de emê bikevin 8’ê Adarê. Jinên ku li dijî şidetê mafê xweparastinê bi kar anibûn niha di girtîgehan dene, mêrê ku şîdet bikar aniye jî ji derven e. Wê bernameya me ya 8’ê Adarê li gora vê naverokê li dijî şîdeta beramberî jinê, zextên ekonomîk û li dijî bê kariyê çalakiyên cur be cûr werin li darxistin.”
Jin wê li bajarên ku start dane werin ba hev
Bilgin da diyarkirin ku ew bajarên ku lê sitarat were dayin wê bi daxwaza ‘Ji bo jinan Edalet’ bi qêrin û bernameya 8’ê Adarê wiha rêz kir: “Wê di 26’ê Sibatê de li deverên ku start lê were dayin jin wê li bajarên Şirnax û Sêrtê werin ba hev. Li bajaran bi taybet ji aliyê personelên eskerî ve polîtîkayên tacîz, tecawuz, nirxê xistina malbatan di meryetê dene. Em jî wê li dijî van poltîkayan nêzîkatiyên teşîrkirinê raber bikin. Piştre jî emê di 1’ê Adarê de li Amedê starta 8’ê Adarê bidin. Bi dayina startê re emê ji jinên girtî re qert û pirtukan bi şînin.
Pirsgirêkên jinên di girtigehan de her roja ku diçe girantir dibe. Ji bo em balê bikêşin li ser van hemûyen emê starta xwe bi çalakiya me ya ji bo girtiyan re em bikin, emê bidin.”
Gund bi gund, navçe navçe wê were geran
Zelal Bilgin bal kişand li ser li dijî qirkirinên jinan emê gund bi gund, navçe bi navçe bi gerin û bi xebatên xwe emê cudahiyek avabikin û wiha dom kir: “Bi çalakiyên xwe em armanc dikin ku hemû jinan binin gel hev. Di demên dawî de her roj yek yan jî du cînayetên jinan dikeve çapeniyê. Em vê yekê weke qirkirina cinsî dibînin. Ev qirkirine giha astek wisa ku pêşî lê neyê girtin. Di vê demê de desthilatdarî ji bo pêşî li van polîtakayan bigre qet gavek ne avêtiy e. Bernameyek wisa ku emê gund bi gund bi gerin di destê me deye. Ji gundan bigre heta bajaran emê xwe bigihinên jinên li hemû qadan û bi xebatên xwe emê cudahiyekê bidin avakirin. Ji ber vê her roja diçe şîdeta li ser jinê zêdetir dibe. Di derbarê ew jinên ku li dijê vê xwe rêxistin dikin û têkoşînê dikin terorîze dikin û dikin armanc. Em jin li dijî vê yekê emê bikevin hefteya 8’ê Adarê. Emê hefteya 8’ê Adarê bi xebatên li dijî qirkirina cinsî, şîdeta li dijî jinê û li dijî xîzatiyê derbaz bikin.”