734 koçber vegeriyan Şengal, Selahedîn û Nînovayê

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku di çarçoveya hewldanên ji bo girtina kampên penaberan yên li Herêma federe a Kurdistanê , ji Silêmaniyê 734 koçber vegeriyane Şengal, Selahedîn û Nînovayê.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku di çarçoveya hewldanên hikumeta Iraq ya ji bo girtina kampên penaberan yên li Herêma federe a Kurdistanê, ji sînorê Silêmaniyê 734 koçber vegeriyan ser cih û warên xwe yên li Şengal, Nînova û Selahedînê.

Di heman daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo koçberên vegeriyane alîkariya darayî hatiye dayîn, li rexa vê jî kel û pelên nav malê jî bi ser wan hatiye belavkirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye  koçberên ji nava kampên Herêma federe a Kurdistanê vedigerin Şengalê, ji aliyê saziyên Rêveberiya Xweser ya Şengalê ve tên pêşwazîkirin û Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe alîkariya wan dike. Xelkê vedigerin, bi pêşwazîkirina Rêveberiya Xweser kêfxweşin.