70 malbat vedigerin Şengalê

Vegera ji bo Şengalê berdewam e, hat ragihandin ku wê îro jî 70’ê malbatên di kampên Başûrê Kurdistanê de ne, vegerin Şengalê.

Navenda Nûçeyan – Ji 11 hezar malbatên ku navê xwe qeyd kirine û hemû belgeyên xwe temam kirine, îro ji 70 malbatên Şengalî re rê hate dayîn ku vegerin ser cih û warên xwe. Bi sedan malbat jî amadekariyên xwe dikin ku di rojên pêş de vegerin.

Malbatên ku wê îro vegerin Şengalê, ji tevahiya Kampên Başûr tên. Piranî jî ji kampa Mam Reşan û Êsiya yên girêdayî Duhokê tên.

Wezareta Koç û Koçberan biryar daye ku heya 30’yê Tîrmehê deriyê tevahî kampên li Başûrê Kurdistanê bên girtin û hemû koçber vegerin ser cih û warên xwe.

Wezareta Perwerdê ya Iraqê jî ragihandibû ku wê ji îsal û şûn de êdî dibistan li kampan neyên vekirin û wê hemû saziyên xwe yên girêdayî perwerdeyê ji kampan vekişîne.

Li gorî agahiyên ku ji kampan hatine wergirtin, bi sedan malbatên din xwe amade dikin ku di rojên pêşiya me de vegerin Şengalê.