7 roj û 7 şevên wekî xewnereşkê: Taybet Înan
Hûn matmayî dimînin dema ku li erdnîgariya Kurdan, li her mala hûn lê dibin mêvan; dibînin ku şahidiya têkoşîna maf, hiqûq û edaletê kiriye û hê jî li ser piyan e! Mala Taybet Înan a ku bedena wê 7 rojan li ser kevirekî sar ma yek ji wan malan e. Zarokên wê 7 roj neçar man li aliyê din ê pencereyê lê bedena wê ya li kolanê temaşe bikin...
PINAR URAL
Şirnex - Li vê erdnîgariyê şîn çawa bi dawî dibe? Li van xakên ku dê û bav, hevjîn û zarokên wan li ber çavên wan hatine qetilkirin û bi rojan destûr nayê dayîn ku ber bi bedena bêcan ve li kolanan maye ve biçin dê çawa şîn bi dawî bibe? Mirov di navbera hebûn û tunebûnê de têdikoşe.
Cizîr, Hezex, Silopî, Şirnex... Di ser qedexeya derketina derve ya li bajarên Kurdan re sal derbas dibin. Lê belê di vê dema borî de ne kujer, mirî hatin lêpirsînkirin û hesab nedan malbatan. Li herêma ku bi sedan sivîlên bêguneh jiyana xwe ji dest dan û binpêkirina mafan derket asta herî jor, hem hiqûq hem jî edalet tunebû. Bêguman Taybet Înan jî yek ji wan navan e ku her kesê serdana van axan bike nikare bêyî ku bi bîr bîne derbas bibe. Mirov çawa dikare çarçoveya wêneyê ku mirovahî li ser erdê dimire ji bîr bike. Çîroka vê xaniyê ku em lê mêvan in, ne senaryoyek fîlm e, tenê yek ji beşek resen a çîroka vê xakê ye û nivîskarê wê jî dewlet e.
Mirovahiya ku li kolanan dimre!
Li Silopiye ku di 14'ê Kanûna 2015'an de qedexeya derketina derve hat îlankirin û 37 rojan berdewam kir, siyasetmedarên jin ên Kurd Pakîze Nayir, Fatma Uyar û Sêvê Demîr jî di nav de 28 kesên temenê wan di navbera 11 û 75'an de jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî 500 xanî hilweşiyan. Cenazeyê bêcan ê Taybet Înan a 57 salî ku di dema qedexeyê de 7 rojan li nava kolanê ma, di bîra me de xwe bi cih kir. Tevahiya raya giştî ya cîhanê dizanibû ku ew çawa hatiye kuştin û li nîvê kolanê hatiye hiştin. Cenazeyê Taybet Înan a di roja 5'emîn a qedexeyê de bi guleya leşkeran hat qetilkirin 7 rojan li kolanê û 16 rojan jî li morgê hat hiştin. Cenazeyê Taybet Înan a ku polîsan bêyî agahiyê bide malbata wê ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat girtin û radestî Qeymeqamtiya Silopiyê hat kirin, 23 roj şûnde li Goristana Yenîşehîrê ji aliyê 8 kesan ve bêdeng hat definkirin. Her wiha mafên zarokên wê yên ku dayika wan roj bi roj li ber çavên wan winda kiribûn tuenbû ku wê defin bikin.
“Ez dicemidim, pir tî bûme”
Yusuf Înan ê ku xwest cenaze bigire jî bi guleyan hat qetilkirin. Her kesê ku bi alên spî ji bo cenaze bigrin derdiketin derve, hatin gulebarankirin û hevjînê wê jî ji milê xwe birîndar bû. Taybet Înan a ku di sala 1993'an de şahidî parçebûna bedena zarokên xwe Esmer a 12 salî û Botanê 4 salî kir, 23 sal şûnde îcar zarokên wê bûn şahidên mirina wê. Wê bi gotina “Ez dicemidim û tî bûme” xwe li bîr û dilê malbatê bi cih kir. Endamên malbata wê 7 rojên ku di dîroka mirovahiyê de bû şermeke mezin wiha wiha pênase dikin: “Ji ber ku dibû ku kûçik werin, çûk werin, em qet ranezan, ew li wir raza, em 15 metre dûrî wê mirin…Dewletê 7 rojan îşkence li me kir.”
"Her gava ku ez li kolanê dinêrim, wê dibînim"
Keça wê Halîme Akin a ku ji ber wê rojê tê bîra wê, nikare di kolana paşiya malê re derbas bibe dibêje, “Her ku ez li wê kolanê dinêrim dayika xwe li erdê dirêjkirî dibînim.” Halîme Akin a ku nikaribû tev li merasîma cenazeyê dayika xwe bibe behsa wan rojan dike. Di wê kêliyê de li orta salona mezin a ku em lê rûniştine bêdengî çêdibe.
Halîme Akin qetilkirina xwişk û bîrayê xwe Esmer û Botan nirxand û bal kişand ser kesayeta dayika xwe ya têkoşer:
“Tevî hemû çewisandin û zextên ku pê re rû bi rû ma jî tu carî dest ji têkoşîna xwe berneda. Di sala 1993’an de du birayên min kuştin. Zarok ji bo lîstikê derketibûn dervi. Dema ku ew nehatin, dayik û jinbira min derketin derve û li wan geriyan. Dîtin ku leşker li serê taxê kom bûne. Çûn ji leşkeran pirsîn, gotin ku zarok winda ne, lê leşkeran çek nîşanî wan dan. Dayika min wê demê xwest bikeve nava leşkeran lê nehiştin. Dema leşker asteng bûn yekî jê pirsî, kîjan leşker bi Kurdî dizane? Yek ji wan derket û bi Kurdî axivî got “Hûn çi dixwazin?” dayika min got “Zarokên min winda ne.” Dema leşker jê pirsî: “Di nav wan de kesên sinetnekirî hene? Jinbîra min got ‘erê kurê min bê sinet e’ Leşker dîsa ji dayika min pirsî: ‘Porê keça te dirêj e?' wê jî got 'erê'. 5 ji malbata me û 2 jî ji cîranên me 7 zarok bi teqîna mayînê miribûn. Porê Esmer ber bi têlên elektrîkê ve çûbû. Me cenazeyên 7 zarokan bêşûştin di gorek de defin kir. Leşkerê ku hat ser gorê ji me pirsî, 'PKKê kir, newisa?' Me got 'PKK'ê nekiriye, dewletê kiriye'. Sekneke cesûr a dayika min hebû. Cihê wê qet nayê dagirtin.”
“Dayika me çi bi vê dewletê kiribû?”
Dema ku Halîme Akin behsa dayika xwe ya bi 11 guleyan hatiye qetilkirin dike gotin di qirika wê de asê dibin û wiha dibêje: “Her ku dibêjim dayê, agir bi dilê min dikeve. Dema ku ez navê wê jî dibihîzim hesreta min a ji bo wê zêdetir dibe. Dema ku kesek dibêje 'dayê' dilê min dişewite. Em hê jî fêm nakin, dayika me çi bi vê dewletê kiribû ku wiha hat gulebarankirin? Ma di destê wê de çek hebû? Ew tenê dayikek bû. Ji ling û milê xwe birîndar bibû. Bavê min telefona 155 kir. Me ambulans xwest. Ji me xwestin ku em bi alên spî derkevin. Dema ku em bi alan derketin derve, hatin gulebarankirin. Bi heman awayî 3 caran gulebaran kirin. Kesê ku derdiket hedef digirtin û gulebaran dikirin. 7 roj wiha derbas bûn. Ger dayika min ewqas di bin gulebaranê de nebûya me dikaribû wê xilas bikira. Ji ber ku bi rojan di nava kolanê de di bin gulebaranê de ma, li wir jiyana xwe ji dest da û bedena wê ya bêruh, bi rojan li kolanan ma. Em jî wisa bêçare mabûn.”
“Wekî ku di xew de bû”
Halîme Akin bi van gotinan behsa 7 rojan dike
“Min 7 roj û 7 şev ji pencereyê li dayika xwe temaşe kir. Ji ber ku dibû çûk û kûçik werin, me qet xew nekir. Dayika min li wir raza, em jî bi wê re çend metre dûrî wê mirin. Dewletê 7 rojan êş bi me da kişandan. Her cara ku min ji dûr ve mêze dikir, mîna ku di xeweke kûr de bû. Em ê tu carî vê zilm û hovîtiyê ji bîr nekin. Me çi kir bi vê dewletê ku wiha anî serê me û em bê dayik hiştin. Em ê heta dawiyê doza we bişopînin. Ji bo ku neyên jibîrkirin em ê vê dozê ji zarok û neviyên xwe re bibêjin. Dayika min mirina zarokên xwe, me jî mirina dayika xwe dît. Nehiştin em cenazeyê wê jî defin bikin. Ew roj beriya ku ji malê derkeve gotina wê ya dawî ev bû: “Xwişk û birayê te Meryem û Silêman emanetî we ne. Ne 5 sal 5 sedsal jî derbas bibin em ê şîna xwe bigrin û ji bîr nekin. Laçika reş a serê me dê wekî delîle şîn û êşa me bimîne.”