69 xelatgirên Nobelê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bang kirin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê rehîngirtin, 69 xelatgirên Nobelê bi nameyeke hevpar bang kirin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeyeke rojnameya Der Standard a Avûstûryayê 69 xelatgirên Nobelê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kirin.

Li gorî nûçeya navborî ji dîsîplînên cuda 69 xelatgirên Nobelê bi rêya nameyekê ji Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bang kirine ku bila Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were berdan  û bi rêya aştiyê pirsa Kurd were çareserkirin.

Ji 69 Xelatgirên Nobelê name

Di nûçeya ku ji aliyê Michael Volker ve hatiye nivîsandin, “69 xwediyên Xelata Nobelê di nameya ku ji Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re şandine de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka bi Kurdan re dikin. Xwediya Xelata Nobelê ya Edebiyatê ya Awûstûrya Elfriede Jelinek di nav îmzekerên nameyê de ye, name li ser navê aktîvîstê mafên mirovan Jody Wiliams ku di sala 1997’an de ji ber xebatên xwe yên li dijî mayinan Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtibû hat nivîsandin."   

Di nûçeyê de ku agahiyên der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de cih girtin, hat destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd di çareseriya pirsgirêka Kurd de weke kesayeteke sereke tê dîtin. 

Di nûçeyê de wiha hat gotin: “Ocalan îro jî weke kesayetek di têkoşîna xweserî û azadiyê ya Kurdan de tê dîtin û ji aliyê gelek Kurdên li derveyî Tirkiyeyê ve weke rêber tê dîtin. Ji girtîgehê gelek caran daxwaza çareseriya aştiyane li Tirkiyeyê kir û gerîlayên Kurd agirbest îlan kirin. Erdogan di Tîrmeha 2015’an de bi awayekî fermî pêvajoya aştiyê bi dawî kir û Tirkiyê dest bi zextên li ser PKK û partî û rêxistinên Kurdistanî yên ku bi gumana pêwendiyên wan bi PKKê re hene, kir. Li Iraq û Sûriyê jî li dijî Kurdan êrîş pêk tên.”

Di nûçeyê de bal kişandin ser têkoşîna şervanên PKK'ê yên li Sûriye û Iraqê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê û hat destnîşankirin ku DYE, hin welatên Ewropayê û dewleta Tirk hê jî PKK'ê weke 'rêxistina terorê' bi nav dikin. 

‘Tirkiye hemû pîvanên hiqûqî yên navneteweyî binpê kiriye’

Rojnameyê wiha berdewam kir: “Akademîsyenên xwediyê Xelata Nobelê di nameya xwe ya ji bo Erdogan nivîsandin de xemgîniya xwe ya ji ber şert û mercên derveyî mirovahiyê yên li girtîgehan û tecrîda li ser Ocalan anîn ziman. Îmzekar dixwazin Erdogan vegere ser rêya aştiyê. Di nameyê de tê gotin ku aştî pêkan e û divê Tirkiye Ocalan jî tevlî pêvajoyê bike û di wê baweriyê de ne ku divê herî kêm dawî li tecrîda Îmraliyê bîne." 

Di nûçeya rojnameyê de bal kişandin ser tecrîdê û wiha bi dawî kir: “Tirkiyeya ku ji sala 1949'an û vir ve endamê Konseya Ewropayê ye, hemû pîvanên hiqûqî yên navneteweyî yên ku divê rêz lê bigire binpê kiriye."