64 nûnerên Emrîkî ji bo Îranê daxwaza tedbîrên lezgîn kirin

Endamên Meclîsa Nûneran a DYE’yê bi nameyekê ji Wezîrê derve Marco Rubio re xwestin ku li dijî darvekirinên siyasî yên li Îranê cezayên nû bên sepandin û mafên mirovan di navenda têkiliyên bi Tehranê de cih bigire.

Navenda Nûçeyan – 64 endamên Meclîsa Nûneran a DYE, ji her du partiyên Komarî û Demokrat, nameyek ji Wezîrê Derve yê DYE Marco Rubio re şandin û fikarên xwe yên derbarê zêdebûna darvekirina girtiyên siyasî li Îranê anîn ziman û ji Wezareta Derve xwestin li dijî darvekirinan gavên şênber bi avêje.

Endaman xwestin ev çar gav bên avêtin

Li gorî nameyê, nûneran daxwaz ji Wezareta Derve kirin ku van çar gavên berbiçav bavêje.

"Ya yekem - Divê DYE di asta herî bilind de van darvekirinan bi eşkere şermezar bike.

Ya duyem - Mjarên mafên mirovan di her danûstandin an têkiliyên dîplomatîk ên bi Komara Îslamî ya Îranê de cih bigirin. Nûneran tekez kirin ku rewşa mafên mirovan, bi taybet darvekirina girtiyên siyasî û tepeserkirina dengên nerazî ji mijarên din ên di navbera Washington û Tehranê de hatine danûstandin neyê veqetandin.

Ya sêyem - DYE bi hevalbendên xwe û dezgehên Neteweyên Yekbûyî re ji bo agahiyên li ser darvekirin, girtin û zextên li Îranê berhev bike û belge bike û hesabpirsîna ji kiryaran hevkariyê bike.

Ya çaremîn - Divê berpirs û rayedarên Îranê yên ku di binpêkirina mafên mirovan û tepeserkirina welatiyan de beşdar in, li ser wan ceza bên sepandin. Nûneran bang li DYE kir ku mekanîzmayên xwe yên cezakirinê ji bo berpirsên di van kiryaran de beşdar in bikar bînin."

Daxwaza tedbîrên lezgî hate kirin

Di beşek din a nameyê de, nûneran bal kişandin ser qutbûn û sînordarkirinên berfireh ên înternetê li Îranê û ji hikûmeta DYE xwestin ku gavên ku gelê Îranê bigihîje înternetê û rêyên ewle yên ragihandinê biavêjin. Nûneran da zanîn ku gihîştina ragihandinê ji bo parastina têkiliyên di navbera mirovan de, parvekirina agahiyan û belgekirina binpêkirinên mafên mirovan pir girîng e.

Name her wiha behsa raporên rêxistinên mafên mirovan ên derbarê hejmara zêde ya darvekirinan li Îranê kir û bi taybet, zêdetirî 900 darvekirinên ku di navbera Kanûna 2025 û Îlona 2026’an de pêk hatine bi bîr xist. Li gel vê balê dikişîne ser zêdebûna darvekirina girtiyên siyasî, tepeserkirina xwepêşanderan û daxwaza bersiveke berbiçav ji hikûmeta DYE dike.

Bi gelemperî, ev nameya ku ji aliyê 64 endamên Meclîsa Nûneran a DYE ve hatî nivîsîn, daxwaz dike ku berteka Washingtonê li hember darvekirin û zextên siyasî li Îranê, tenê bi şermezarkirina devkî derbas bibe. Herwiha tekez dike ku divê mafên mirovan û rewşa girtiyên siyasî di siyaseta DYE ya li hember Komara Îslamî de xwedî cihek taybet be. Nûneran her wiha tekezî li ser pêwîstiya bi kar anîna kanalên dîplomatîk, hevkariya navneteweyî  bi armanca zêdekirina zextên li ser berpirsên binpêkirina mafên mirovan kir.