638 roj in agahî ji Gulistan Doku nayê girtin

Tevî ku di ser windabûna Gulistan Doku de 638 roj derbas bûne jî di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ve hatiye destpêkirin de tu pêşketin nehatiye qeydkirin.

 
Navenda Nûçeyan- Ji Gulistan Doku ya ku xwendekara pola duyemîn a Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê bû; ji 5’ê Çileya 2020’an pê ve tu agahî nayê girtin. Di ser windabûna Gulistan Doku de 638 roj derbas bûne lê di lêpirsîna ku hatiye destpêkirin de tu pêşketin çênebûye. Li gorî daneyan di wendabûna Gulistan Doku de cinayeteke plankirî heye lê tevî van daneyan jî bi taybetî dozgerî û nûnerên saziyên fermî, her dem balê dikînin ser îdiayên "xwekuştinê."
Ji Zaynal Abarakova ku tenê gumanbarê dosyaye yê û kesê ku herî dawî Gulîstan Doku pê re axiviye ye, tenê di dema bûyerê de îfadeya wû hat girtin.