6 sal û 3 meh ceza dan Dayika Aştiyê Hayriye Turkekul

Li Dayika aştiyê Hayriye Turkekul bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Endamtiya Hayriye Turkekul ya Komeleya Jinan a Rosayê jî ji bo biryarê hincet hat nîşandan.

Amed- Danişîna biryarê ya doza der barê Dayika Aştiyê Hayriye Turkekul a 73 salî de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de Hayriye Turkekul û parêzerê wê Mehdî Ozdemîr amade bûn.

Danişîn bi dubarekirina dozger a mutalayê dest pê kir. Dozger, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakî û aktîvîte her wiha çalakiyên greva birçîbûnê ku Hayriye Turkekul tev li bûye weke hêmana sûc nîşan da. Dozger piştgiriya Hayriye Turkekul a ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a di sala 2019’an de ket çalakiya greva birçîbûnê kiriye û endamtiya wê ya Komeleya Jinan a Rosayê kir hinceta “endamtiya rêxistinê.”

6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê

Parêzer Mehdî Ozdemîr, diyar kir ku muwekîla wê Hayriye Turkekul bê sûc e û daxwaza beraetê kir. Hayriye Turkekul jî parastina xwe ya beriya niha dubare kir û daxwaza beraeta xwe kir. Şandeya dadgehê mutalaaya dozgeriyê esas girt û li Turkekul 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.

Beriya niha jî têkildarî endamtiya Komeleya Jinan a Rosayê ku kirin hinceta cezagirtina Hayriye Turkekul, derbarê Fatma Gultekîn de jî doz hatibû vekirin. 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê der barê Fatma Gultekîn de biryara beraetê dabû.