6 çalakvan û girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evînê hatin berdan

Çalakvan û girtiyên siyasî Fariba Asadi, Shahreh Hosseini, Golareh Abbasi, Zahra Safaei, Prasto Moini û rojnameger Aaliya Matalzadeh ku ji aliyê hikumeta Îranê ve di dîrokê cûda û bi sedemên cûda hatibûn girtin, şevê din hatin berdan.

Navenda Nûçeyan- 6 girtiyên siyasî û çalkvan yên ku li girtîgeha Evînê, şevê din hatin berdan. Di nav de Fariba Asadi, Shahreh Hosseini, Golareh Abbasi, Zahra Safaei, Prasto Moini û Aaliya Matalzadeh gihan azadiya xwe, li ber deriyê girtîgehê wêneyê bi kom kêşan. 

Jin hem tên berdan û hemjî cezayê girtîgehê digrin

Hat zanîn ku Golareh Abbasi ya ku hatî berdan cezayê 2 sal û 6 meh, Shahreh Hosseini jî cezayê 2 sal û 7 meh yê girtîgehê lê hatibûn birîn. Zahra Safaei û keça wê Prasto Moini bi idaeyên ‘li dijî ewlehiya welat tevgerkirin ‘, ‘Li dijî hikumetê havkariyên veşartî.’ Bi giştî 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Di derbarê cezayê girtîgehê yê çalakvan Fariba Asadi ku nehatî diyarkirin dibêjin 1 sal cezayê girtîgehê girtibû. 

Rojnamegera Îranê Aliya Matlabzadeh, şevê din hatibû berdan. IFJ di daxuyaniya ku şevê din dayî de wiha got: “Ji meha Cotmehê heta niha nûçegiha wêne û alîkariya parastina weqfa çapemniya azad Aliya Matlabzadeh,  ku 3 sal cezayê girtigehê girtibû îşeve ji girtîgehê derket.”

Aliya Matlabzadeh, bi idaeya ‘Li dijî rejîmê propaxanda kirin’ û ‘Li dijî ewlehiya welat hevkariyên veşartî’ 3 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.