54 roj in li benda "edaletê" ne

Emine Şenyaşar û kurê wî Ferit Şenyaşar çalakiya xwe, ya ku wan dest bi doza edaletê kir, li malên xwe didomînin. Malbat, 1'ê Gulanê Roja Karkeran pîroz kir û careke din piştgirî ji her kesî xwest.

Riha- Emîne Şenyaşar a ku hevjînê xwe û du kurên xwe, di êrişa parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, nobeta ku di 9’ê Adarê  bi daxwaza “Edaletê”  li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar, daye destpêkirin di roja 54'yan de berdewam dike. 
Ji ber qedexeyên derketina kolanan ên di çarçoveya tedbîrên korona virus de, malbat li malên xwe çalakiyên xwe didomîne û daxwazên xwe yên edaletê dubare dike.
Malbata Şenyaşar, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî 1’ê Gulanê Roja Karkeran pîroz kir û wiha got: " Di demeke edalet di bin zexta siyasî de hatiye çewisandin, em spasiya xwe li hemû parêzerên kû binavê maf, hiqûq û edeletê em tenê nehiştin dikin. Em hemû mirovên bi wijdan ku di her şertî de deng dan dengê me jî silav dikin. 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê pîroz be." Malbatê ev parvekirin parve kir.