5 sal cezayê girtîgehê li Yasmîn Mihemedî hat birîn

Yasmîn Mihemedî ya yek ji girtiyên serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Krudistanê û Îranê destpê kir e, bi 5 sal cezayê girtîgehê û qedexekirina karkirina di karûbarên perwerdehiyê de hat cezakirin.

Navenda Nûçeyan – Dadgeha hikûmeta Îranê 5 sal cezayê girtîgehê li Yasmîn Mihemedî birî ku yek ji girtiyên serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Li gorî medyayê, alîkarê dozgerê giştî yê dosyaya Yasmîn Mihemedî hewl daye ku Yasmîn Mihemedî bi zorê tometan qebûl bike û îtiraf bike, lê wê tawan qebûl nekiriye.

Yasmîn Mihemedî ya 27 salî ku ji zanîngeha Sûra derçûye, di 12’ê Mijdarê de ligel 4 hevalên xwe hatibûn girtin û ji mafê xwe yê pêwendiyê bi parêzeran re hatin mehrûmkirin.

Rûniştina dadgehkirina Yasmîn Mihemed di 10’ê Kanûnê de hat lidarxistin û ew bi hinceta "hevkariya di tawanên dijî ewlekariya navxweyî de" û "propaganda li dijî rêjîmê bi rêya dirûşman" bi 5 sal zîndan û bêparkirina ji kar di karûbarên perwerdehiyê de hat mehkûm kirin.