“5 meh in li ber Edliyeya Rihayê şewatek heye”

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 5 meh ango 150 roj in li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dikin.

Riha-  Malbata Şenyaşar lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. Çalakiya edaletê di roja 150’emîn de ye, lê kes guh nade daxwazên malbatê.
Nobeda “Edaletê” ya Emîne Şenyaşar ku 2 kur û hevjînê wê êrîşa ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve qetil kirin û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji êrişê birindar filitî, 5 mehan li paş xwe hiştin.
Emîne Şenyaşar, kurê xwe Ferît Şenyaşar û yek ji parêzerên malbatê Gokhan Dayik serê sibê hatin blokên betonî yên li ber edliyeyê û bi dovîzên ku li ser wan, "Ji bo her kesî edalet", "Dayikek 150 roj in li ber edliyeya Edaletê ya Rihayê nobeda edaletê digre. 2 kur û hevjînê wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin û ji ber ku di qetilkirinê de parlementer jî heye 3 sal in doz nayê vekirin " nivîsandî dest bi nobedê kirin.
Di medya civakî de parve kirin
Malbat di hesabê xwe yê medyaya civakî de bal kişand ser şewata daristanan ku hefteyek e didome û ev peyam parve kirin “Şewat li gelek deverên Tirkiyeyê didomin. 5 meh in li ber Edliyeya Rihayê şewatêk heye. Tenê yên ku çavên dilê wan vekirî, dikarin viya bibînin ... "