5 Madeyên di sererastkirina ajalên li kolanan de hate erê kirin

5 Madeyên qanûnê yên rê li ber kuştina kûçikên li kolanan vedike, bi dengên AKP’î û MHP’iyan li Meclisê hate erê kirin.

Navenda Nûçeyan- Pêniyara Guherînê Qanûna Derbarê Parastina Ajalan a ku ji 17 madeyan pêk tê û rê li ber kuştina ajalên li kolanan vedike, ji hêla cemaweriya giştî bi bertekên mezin ve hate pêşwazîkirin. 5 madeyên qanûnê yên ewil, di Lijneya Giştî ya Meclisê de hatin qebûlkirin. Madeya 5’emîn a ku pir dihat nîqaşkirin, rê li ber kuştina ajalan vedike.

Dêhevdîtin berdevam bike 

Partiyên muxalefetê ji bo madeya 5’emîn ji teklifê were derxsitin gelek pêşniyazname dan lê belê hemû jî hatin redkirin. Hevdîtinên bi ser pêşniyaran dê îro jî bidomin.