5 girtiyên jin ên li girtîgeha Evîn îfade nedan dozger

Çalakvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî, ragihand ku dozgerê giştî yê girtîgeha Evînê xwest îfadeyên 5 girtiyên siyasî û çalakvanên mirovan ên jin bigre lê her pênc jinên girtî daxwaza dozgerê giştî red kirine û îfade nedane.

Navenda Nûçeyan – Çalakvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî bi rêya parêzerên xwe li ser medya dijîtal têkildarî rewşa 5 girtiyên siyasî û çalakvanên mafên mirovan ên li girtîgeha Evînê agahî parve kir.

Nêrgiz Mihemedî diyar kir ku îro biryar bû her pênc girtiyên jin ên li girtîgeha Evînê Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî, Nêrgiz Mihemedî, Mecbube Rezayî û Perîwş Muslimî li pêş dozgerê giştî yê bajarê Erdebîlê îfade bidin. Lê her pênc girtî neçûn îfadeyên xwe nedan û daxwaza dozger red kirin.

Hat gotin ku wê îfadeyên her pênc girtiyên siyasî û çalakvanên mafên mirovan ji ber nerazîbûna wan a li dijî cezayên darvekirinê bihata girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye roja 6’ê Tebaxa 2024’an piştî girtiya bi navê Reza Resayî hat darvekirin, girtiyên jin ên li girtîgeha Evînê nerazîbûn nîşan dabûn û hêzên rejîmê jî êşkence li girtiyan kiribûn.