41 namzetên Zirganê bi çalakiyekê xwe bi gel dan nasîn

Rêzeçalakiyên nasandina namzetên Hevserokatiya Şaredariyan û Meclisên wê ya cîbicîkar ku dê di 11’ê Hezîranê de gel ji bo wan deng bidin didome, namzetên bajarê Zirganê jî xwe bi gel dan nasîn.

Hesekê - Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo azadiyê ji 22 partî û rêxistinên jinan li Bakur û Rojilatê Sûriyeyê pêk tê. Namzetên Hevbendiya Gelan û Jinan xwe ji bo hilbijartinên şaredariyan xwe hilbijartine, dê gel ji bo wan di 11’ê Hezîranê de biçin ser sindoqan û deng bidin.

Duh, di çalakiyekê de 41 namzetên bajarê Zirganê xwe bi gelê Zirganê yê Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 20 jin û 21 mêran pêk tê ku ji bo Şaredariya bajar û bajarokê Girê Mîr xwe hilbijartine, xwe dan nasîn û ji bo şaredariyên demokratîk hedefên xwe yê demê pêş eşkere kirin.

Girîngiya hilbijartinên 11’ê Hezîranê

Têkildarî girîngiya hilbijartinên 11’ê Hezîranê Rêvebera Kongra Star a Zirganê Delal Mehmûd wiha axivî: "Yekem car e bi vî awayî bi hevbendiyeke bihêz ji gelek partî û rêxistinên jinan pêk tên, dê hilbijartinên şaredariyên demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk werin. Em kengî nas bikin ku dema hilbijartinên me diyarkirî guncaw e û gaveke ku di wexta xwe de hatiye avêtin?  bê guman ev bi êrîşa dewleta Tirk a dagirker û daxuyaniyên Erdogan li dijî hilbijartinên me, xwe dide der û guncawbûna wê radixe ber çavan. Dengê gel îradeya gel e, ji bo wê gel xwedî li îradeya xwe derdikeve û wê bi çûyîna ser sindoqan jî planên dagirkeran têk bibin."

'Em piştgiriyê didin berxwedana Şaredariya Colemêrgê'

Delal Mehmûd da zanîn ku li dijî hilbijartinên demokratîk yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê êrîşên leşkerî û siyasî tên kirin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Serkeftina hilbijartinên Bakurê Kurdistanê erîşê desthilata Erdogan hejand û têkçûyîna wî eşkere kir. Em ji vir tayînkirina qeyûman li Şaredariya Colemêrga Bakurê Kurdistanê şermezar dikin û piştgiriya xwe bi berxwedana Colemêrgê re nîşan didin. Divê ku her kes ji bo hilbijartinan roja 11’ê Hezîranê biherikan ser sindoqan. Ji bo ku Erdogan tola xwe ji hilbijartinên Bakur hilîne, tê êrîşî Rojava dike û hewl dide hilbijartinên li vir asteng bike."

'Xwedîderketina li lehengên 31’ê Gulanê bi çûyîna ser sindoqan pêkan e'

Delal Mehmûd got ku divê em xwedî li ked û xwîna şervanên ku di dema dawî de di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dan derkevin û bi giyanê wan ê azad biçin ser sindoqan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Biqasî ku ji Bakurê Kurdistanê re hilbijartin girîng bûn, ji mere jî wisa ne ku divê ciwan, jin û mêr û heta kal û pîran bi kartên xwe biherikin qada hilbijartinan."