40 hezar şopînerên Fatmaya 8 salî hene

Fatma ya 8 salî bi nîşandana hunera destên xwe yên biçuk ku li ser tura civakî keda xwe nîşan da û 40 hezar şopînerên wê hene.

 
Navenda Nûçeyan - Fatma ya temenbiçuk bazin û berçavkan difiroşe û bi wê debara malbata xwe dike. Fatmayê li ser tura civakî dema bi gotina “Merheba, ez Fatma, nexweşim, min nû tedawiya hestiyan dîtiye, bi heskirin bazinan çêdikim û pêşkêşî we dikim” xwe da nasîn, malpera wê ji aliyê gelek hunrmend û kesayetên naskirî ve hat ecibandin û ev ji bo wê bû piştevaniyek. Niha 40 hezar şopînerê wê hene û hîn zêdetir heskirina xwe tevlî çêkirina bazinan dike.