4 xwişk yek doz: Ji Serêkaniyê ber bi refên azadiyê ve

Nûda û Nûdem yên xwişkên hev û keçapên wan Bihar û Eylul ên xwişkên hev in ji Serêkaniyê ne. Nûda, Nûdem, Bihar û Eylul ji bo parastina nirxên xwe beşdarî nav refên YPJ’ê bûne ji bo yek dozê têdikoşin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Yekîneyên Parastina Jin YPJ di 4’ê Nîsana 2014’an hat damezrandin. Bi hezaran şervanên vê hêza ku bûye hêza xilasiya jinan û gelek jin ji welatên Ewropayê û Rojhilata Navîn, di nav de hene. Her şervaneke vê hêzê xwedî serpêhatî û çîrokek e.

Rêwîtiya Nûda, Nûdem, Bihar û Eylul di paşila xwe de çîrokek tijî hêvî, têkoşîn û heta dawiyê berxwedanê bi xwe re ji Serêkaniyê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye heta Til Temirê aniye. Nûda û Nûdem xwişkên hev in, Bihar û Eylul jî ên hev in her wiha keçapên hev in. Çîroka her çaran cuda ye, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dikaribû wan di hêzekê de bîne cem hev û ev yek bû sedem ku ji bo heman armancê têbikoşin.

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berê xwe da refên azadiyê

Nûdem Serêkaniyê ji warê Mîtaniyan ango Serêkaniya dagikirî ye, sedema tevlibûna xwe wiha tîne ziman: "Ez sala 2020’an tevli nava refên YPJ’ê bûm, sedem bandorbûna ji fikrên Rêber Apo û şehadeta şervanan di oxira azadiyê de bû ku yek ji wan jî birayê min e. Lê ya ku herî zêde hişt ez bi îsrar bim di riya xwe de, dagirkirina bajarê me ji hêla dewleta Tirk ve ye. Rûyê Serêkaniyê bi dagirkirinê re hat guhertin, mafên jinan tên binpêkirin, nasnameya wan tê çewisandin û destdirêjî li wan jinên ku dagirkeriya wan qebûl nakin, dikin. Her nûçeyek ji Serêkaniyê, me pir diêşîne, ji ber ku li wê derê dagirkeriya Tirk li ser jinan koletiyê ferz dike. Hebûna jinan di bin zilm û zordariya dewleta Tirk de, hêrsê çêdike ku em bêtir bi kîn û ruhê tolhildanê xwe birêxistin bikin û têkoşîna xwe xurtir bikin. Em bikaribin careke din bajarên xwe yên dagirkirî rizgar bikin û jinan bihêz û çek bikin da ku bikaribin li hemberî dijmin bi xwe şer bikin."

'4’ê Nîsanê zayîneke nû ye zayîna Rêber û hêza me ye'

Nûda Serêkaniyê xwişk û rêhevala Nûda ye, behsa serpêhatiya tevlibûna xwe û xwişka xwe ji bo nava YPJ’ê dike û wiha dibêje: "Dagirkerên Tirk li herêmên me yên dagirkirî hewl didin jinan bê ax, bê dîrok, bê ziman û bê çand û nasname bikin. Em ê heta dawî ji bo vegereke bi ewle û aram, ji bo gel û jinên Kurd, Ereb, Asûr û Suryan têbikoşin. Ji bo ku em jî bibin xwedî îrade ez û xwişka xwe beşdarî YPJ’ê bûn. Heta ku jin di mal de be wê nikaribe bibe xwedî îrade, ancax di nav refên YPJ’ê de bikaribe bihêz bibe û kesayeta xwe ava bike. Em weke xwişk nêzî hev nabin, ew rêhevala min e. Bi saya şoreşê, jinan hev nas kirin û ev bi saya Rêber Apo çêbû, ez li vir rojbûna wî pîroz dikim û dibêjim 4’ê Nîsanî ji bo jinan roja zayîneke nû ye, ji ber ku zayîna Rêberê me û hêza me YPJ’ê ye."

'Em xwedî nasname ne werin em hêza xwe mezin bikin'

Bihar Bahoz piştî ku Nûda û Nûdem beşdarî YPJ’ê dibin bi bandor dibe û ew û xwişka xwe bi hev re soz didin tevli YPJ’ê bibin. Bihar jî wiha çend hûrgulî ji rêwîtiya xwe bi me re parve kir: "Min hîs kir ku ez jî dikarim tiştekî bikim, ji bo wê ez tevli bûm. Piştî tevlibûna me ya YPJ’ê em ketin kûrahiya dîroka xwe û min wê çaxê fam kir ku çiqasî jin bindest in û nasnameya wan di tevahiya dîrokê de hatiye binpêkirin û dizîn. Di nava malbatên me de tenê em her çar jin beşdarî nava refên YPJ’ê bûne, dema ku min xwest tevli bibim jî min bi destê xwişka xwe jî girt û em bi hev re çûn navendê ji bo serlêdanê da ku em hîn bêtir xwe nas bikin. Malbatê piştgirî da me, ji bo wê jî ez bang li jinan dikim ku ew jî werin tevli hêza ku wan temsîl dike bibin. Werin em hêza xwe mezin bikin û hemû jinan biparêzin, ji ber ku em xwedî heman nasnameyê ne."

‘Em li dora Rêber Apo xelekek ji agir çêkin'

Eylul Serêkaniyê xwişka Bihar e dibêje ku armanca wê ya tevlibûna YPJ’ê meşa li ser xet û bîrdoziya jinan e û wiha pêl da gotinên xwe: "Li dijî jinan polîtîkayên pir sîstematîk tên meşandin, dijmin dixwaze jinên bi qalikên vala û kole bixapîne û jiyana wisa vala biafirîne. Lê ev e ya ku em wê red dikin û ji bo wê têdikoşin. Pêwîst e jin li ku dera cîhanê dibe bila bibin xeta Rêber Apo bigrin, ew xet û rê tenê wê wan ber bi rastiyê ve bibe. YPJ nebûya, îro em nedibûn. Di nava YPJ’ê de gelek jin ji çend netew, ol û çandan hene ji lewre ev e ya ku hêviyên me nû dike ji ku em ê bikaribin bi hev re ji bo jinan tiştên mezin bikin. YPJ’ê hişt ku gelek jin ji bo armancekê şer bikin ew jî azadî ye. Hêviya me ew e ku  sala 2025’an em ê ligel serokê xwe bi hev re rojbûna wî pîroz bikin. Hêja ye ku di roja rojbûna Rêber Apo de hemû jin werin tevli YPJ’ê bibin û li dora serokê xwe bibin xelekên ji agir."