4 jinên xwedî baweriya Bahaî hatin binçavkirin

Li bajarê Şîraz ê Îranê 4 jinên xwedî baweriya Bahaî hatin binçavkirin. Jinên ku ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatin binçavkirin nayê zanîn birin ku derê.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Şîraz ê Îranê 4 jinên xwedî baweriya Bihaî di 26’ê Îlonê de hatin binçavkirin. Ji jinan Sahar Mohebpur Roksana Wecdanî ji cihên karên xwe, Bahareh Qaderî û Setareh Taamî jî malên xwe ji aliyê Îstîxbarata Îranê ve li malên xwe hatin binçavkirin.

Di lêgerîna li malên wan de pirtûkên olî, wêne, kompîtorên leptop, telefonên cêbê û hinek eşyayên malê hatin desteserkirin. Der barê hinceta binçavkirina jinan û cihê wan birine de tu agahî nehat dayîn.

Li Îrana ku gelek bawerî bi fermî tên naskirin, Bahaî ji ber baweriya xwe rastî zext û îşkenceyê tên. Civaka Bahaî ya Navneteweyî, herî dawî di daxuyaniya meha Tebaxê de diyar kiribû ku 180 welatiyên xwedî baweriya Bahaî rastî zextan hatine, 59 cihên kar hatine girtin û bi serdegirtina malan li 9 kesan jî geriyane.

Li gorî texmînan 7 milyon kesên xwedî baweriya Bahaî li cîhanê hene û 300 hezar ji wan li Îranê dijîn.