4'emîn mîhrîcana zarokên herêma Firatê bi meşê dest pê kir
4'emîn mîhrîcana zarokên herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro bi meşeke bi dirûşma "Aştî bi xemla zarokan pêkan e" dest pê kir.
Kobanê- Bi munasebata roja Aştiyê ya cîhanê, îro bi pêşengiya tevgera Hîlala Zêrîn û navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido, çalakiyên 4’emîn mîhrîcana zarokan dest pê kirin.
Di roja yekemîn a mîhrîcanê de bi sedan ji zarokên Kobanê bi cil û bergên gelêrî li qada Jina Azad kom bûn û dest bi meşê kirin. Zarokan bi berzkirina dirûşmên "Em zarok xemla jiyanê ne" û "Em zarok pêşeroj in" her wiha bi govend û kêfxweşî ber bi qada Aştiyê ve herikîn û rawestiyan. Zarokan bi gerandina govendê meşa xwe bi dawî kirin.
Endama Rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Kobanê Mîrxan Ismayîl ji ajansa me re axivî û behsa amadekariyên mîhrîcanê kir.
Dê zarok hunerên cur be cur pêşkêş bikin
Mîrxanê wiha got: "Me îro dest bi yekemîn çalakiya 4’emîn mîhrîcana zarokan li ser asta herêma Firatê kir. Wê mîhrîcan du rojan berdewam bike, di roja yekê de zarok ji qada Jina Azad ber bi qada Aştiyê ve meşiyan. Em vê mîhrîcanê bi boneya roja Aştiyê ya cîhanî li dar dixin ji lewre dirûşma me "Aştî bi xemla zarokan bedew dibe" ye. Di roja duyemîn a mîhrîcanê de bi beşdarbûna 24 komên hunerî yên cuda ji govend, şano, stran, şano û helbest wê hunera xwe pêşkêş bikin. Her wiha wê mêvan ji gelek bajarên weke Reqa, Tebqa, Minbic û Sirînê amade bin. Wê di dawiya mîhrîcanê de jî xelat li zarok û komîteya amedekar werin belavkirin."
Her wiha zarokên ku beşdarî meşê bûn hest û hêviyên xwe wiha anî ziman.
"Ez dixwazim jiyana me aştî û aramî be"
Zaroka bi navê Rozelîn Sîdo ya 12 salî daxwazên xwe bi lêv kir û stranek got: "Em îro bi kêfxweşiyeke mezin beşdarî meşê bûne. Her wiha ez ê siba jî di şahiyê de amade bim. Ez dixwazim ku êdî jiyana me aramî û aştî be, şer tunebe û ez bi dayik, bav û birayên xwe re jiyana xweş derbas bikim."
"Sê sal in ez beşdarî mîhrîcanê dibim"
Her wiha zaroka bi navê Sara Temo ya 6 salî ku cihê xwe di koma dîlanê de digre, wiha got: "Ez di baxçeyê Kulîlkên Pêşerojê de me û ez beşdarî koma dîlanê bûme. Em îro bi cilên xwe yên xweşik meşiyan û em ê sibê jî beşdarî mîhrîcanê bibin. Ev sê sal in ez beşdarî mîhrîcanê dibim, di sala borî de min xelat pênûs û lênûsk girtin. Îsal jî ev mehek e ku em perwerdeyê dibînin."
Hêjayî gotinê ye ku her sal di heman dîrokê de mîhrîcana zarokan tê lidarxistin. Di vê çarçoveyê de sibê li hola Firatê di seat 00:09’an de wê mîhrîcan di roja duyemîn de dest pê bike.