4’emîn mihricana Amarayê li Şehbayê bi dawî bû

Çaremîn mihricana Amarayê ya hunerî û sporê li kantona Şehbayê hat lidarxistin.

Şehba- Bi dirûşma "Bi rihê şehîdan em ê dagirkeriyê têk bibin û azadiya Rêber Apo misoger bikin" 4'emîn mihricana Amarayê ya hunerî û sporê ku li kantona Şehbayê du rojan berdewam kir û bi dawî bû. Roja yekem a mihricanê li lîstîkgeha gundê Babinês bi sporê dest pê kir tê de tîmên fûtbol, volaybol, kişandina pen û setrencê hatin lîstin. Di roja duyem de bi beşa hunerî li qada kampa Berxwedanê bi dawî bû tê de komên Nucan Serdos a stranan, koma Şehîd Reşîd a govendê, koma Şehîd Îlan Dara ya stranan, koma Berxwedan a govendê û koma Şehîd Hêva ya stranan derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Kesên ku beşdarî mihricanê bûn ji ajansa me re axivîn.  

'Em mihricana Amarayê diyarî Rêber Apo dikin'

Rêvebera Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Efrîn-Şehba Emîna Hec Ebdo der barê armanca wan a bi lidarxistina mihricana Amarayê anî ziman û got: " Li ser asta Efrîn Şehba û Helebê 4'emîn mihricana Amarayê bi rojên xwe yên hunerî û sporê her sal tê lidarxistin. Em mihricana Amarayê ya çaremîn li Rêber Apo û tevahî pakrewanan pîroz dikin. Bi taybetî em mihricana Amarayê di meha Nîsanê de li dar dixin û diyarî Rêber Apo dikin, ji ber wî ji bo azadiya hemû gelan têdikoşin û li ber xwe didin. Em jî weke ciwan û jinên ciwan li ser şopa Rêber Apo dimeşin. Ji aliyê desthilatdaran ve qirkirinek çandî û hunerî tê kirin lewre em jî bi riya mihrican û çalakiyan çanda xwe ji qirkirinê diparêzin. Ev mihrican wê bibe bersiv ji dagirkeran re. Hêviya me ew e ku sala li pêş ev mihrican ne li warê koçberiyê, li ser axa Efrînê be. Di nava pêvajoyên ku em derbas dibin de weke ciwan divê em bi erkên xwe yên şoreşgerî rabin û azadiya fizîkî ya rêber Apo misoger bikin."

'Em ê bi çanda xwe bibin bersiv ji dijmin re'

Endama koma Nucan Serdos a stranan Rozîn Mihemed ku beşdarî mihricana Amarayê ya çaremîn bû hestên xwe wiha ani ser zıman: "Yekem car ez beşdarî mihricana Amarayê dibim û tê de hunera xwe pêşkêş dikim, em gelek kêfxweş in ku di rewşa em tê re derbas dibin çanda xwe zindî dikin û ji qirkirinê diparêzin. Heya ku em azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger nekin em ê tu carî ranewestin û her dem di nava çalakî û xebatan de bin. Gelê Kurd wê bi zindîkirina çanda xwe her dem bibe bersiv ji dijmin re."