4’emîn Kongreya MSD’ê tê lidarxistin

Piştî 5 salên dagirtî, Îro li Kantona Reqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4’emîn kongreya Meclisa Sûriye ya Demokratîk MSD’ê dest pê kir.

Reqa- Li Kantona Reqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4’emîn kongreya Meclisa Sûriye ya Demokratîk MSD’ê bi amadebûna nêzî 400 kesan ji delege û mêvanên li ser asta hundir û derveyî Sûriyê  di bin dirûşmeya “Hevgirtina gelên Sûrî hîmê çareseriya siyasî û misogeriya pêkanîna Sûriyeke demokratîk, pirreng û nenavendî ye” dest pê kir.

Ji xwe beşdariya nûnerên partiyên siyasî, hêzên leşkerî, êl û eşîran, tevger û rêxistinên jinan, civaka sivîl, tevger û rêxistinên ciwanan, malbatên şehîdan, Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kesayetên serbixwe û nûnerên pêkhateyên herêmê hebû di kongreyê de.

Di hola kongreyê de pankartên bi nivîsa “Şehîd rêber û nîşaneya rûmeta me ne”, “Ciwan hêza çareseriyê ne, pêşengên niha û garantiya pêşerojê ne”, “Azadiya jinan bingeha hemû azadiya ne” hatibûn daliqandin.

Kongre bi rêzgirtin ji bo giyanê pakrewanên ku di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dane des pê kir, paşê gelek axaftin hatin kirin û peyam hatin xwendin.

MSD: Girîngiya yekrêziya Sûriyê ber bi demokrasî û azadiyê ve

Hevseroka Meclisa Sûriyaya Demokratîk MSD’ê Emîne Omer ve axaftina destpêkê hat kirin. Emîne Omer bal kişand li ser girîngiya  parastina nirxên şehîdan ên ku rê bi xwîna xwe ava kirin ji bo bidestxistina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her weha rêgezên bingehîn ên MSD’ê yên baweriya bi azadî û rola jin û ciwanan di her warî de taybet warê siyasî. Emîne Omer tekez kir li ser girîngiya yekkirina nêrîna siyasî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê bi awayekî demokrat û parastina mafên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Emîne Omer destnîşan kir ku ew li benda rawestandina şer û pêkanîna aştî û aramiyê li welatê xwe ne, bi baweriya ku çareserî tenê bi îradeya Sûriyê û bi biryareke Sûriyê ya serbixwe ji ajandayên derve, çi herêmî û çi navdewletî, pêk tê. Di heman demê de pêwîstiya damezrandina dewleteke niştimanî li gor destûreke ku ji aliyê hemû aliyan ve hatiye lihevkirin ku bê alîbûna dewletê li hember pêkhateyên wê yên etnîkî û olî garantî bike û her kes di wê de wekhev be.

QSD: Avakirina MSD’ê dîrokî bû

Ji aliyê xwe ve Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyaya Demokratîk QSD’ê Mazlûm Ebdî jî bi rêya Zoomê peyamek şand. Mazlum Ebdî di peyama xwe de wiha got: “Rola MSD’ê ya girîng di yekgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Em wekî QSD’ê şahidên binxistina Hikûmeta Şamê di çareserkirina aloziya Sûriyê, geşkirin û belavbûna komên çete û radîkal nîşana vê ya herî mezin bû, ji ber vê yekê avakirina MSD’ê girîngiyeke dîrokî bû. Meclisa Sûriyaya Demokratîk bedîlê rasterast a çareseriyê ye. MSD sîwana me ye di her warî de ya hundir û derveyî welat, me bi hev re gelek destkeftî bi dest xistin di van salên dirêj de. Di van kêliyên ku kongre tê lidarxistin, em bi zehmetiyên mezin re rûbirû ne, yekgirtina axa Sûriyê di xeteriyê de ye, hîna xeteriya DAIŞ’ê dewam dike.”

Meclisa Jinên Sûriyê: Jin stûna sereke ya çareseriya siyasî ye

Di heman çarçoveyê de Meclisa Jinên Sûriyeyê destnîşan kir ku ji bilî nenavendiya siyasî, aborî û çandî tu çareserî tune ye ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê. Di heman demê de bang li tevahî gelên Sûriyê taybet jinan kir ku destê xwe bidin hev, rola xwe di jiyana siyasî de bileyîzin û bibin rêya çareseriyê. Her wisa Meclisê tekez kir li ser rola jinan di çarseriya siyasî de ya ku jin tê de stûn e.

Konferans piştî xwendina peyamên pîrozbahiyê yên ji bo konferansa MSD’ê û  pêşkêşkirina sinivizyonekê li ser kar û xebatên MSD’ê yên 5 salan, kongre ji çapemeniyê re hat girtin ji bo nîqaşkirina belgeyên MSD’ê yên siyasî û gotûbêjkirina nexşerê û rêziknameya navxweyî.

Dê di dawî de avakirina Desteya Giştî were ragihandin û piştre jî dê serokatiya hevbeş a Encûmena Sûriyeya Demokratîk were hilbijartin.

Hêjayî gotinê ku ev kongre piştî  zêdeyî 5 salan tê lidarxistin ji ber rewşa şer û ne aram a ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyan dikir taybet êrîşên dewleta Tirk.