'4'ê Nîsanê roja vejîn û hebûnê ye'

Jinên koçberên Efrînê û jinên Şehbayê diyar kirin ku 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan roja vejîn û hebûnê ye.

HESNA MIHEMED

Şehba- Di 4'ê Nîsana 1949'an de li gundê Amara yê Xelfetiya Rihayê, li Bakurê Kurdistanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji dayik bû. Li seranserê Kurdistanê û derveyî welat her sal di 4'ê Nîsanê de gel pîrozbahiyan li dar dixe û roja vejîn û hebûnê pîroz dike. Fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji jinan re derfeta azadiyê û xwedîderketina li mafên xwe ava kir.

Jinên koçber ên Efrînê û jinên resen ên kantona Şehbayê bi boneya hatina 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn.

'Ji bo ku ev sal bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo em têdikoşin'

Botan Qasêm 4'ê Nîsanê li tevahî jinên cîhanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: "Em 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo li xwe û tevahî jinên cîhanê yên ku ji bo mafên xwe têdikoşin, pîroz dikin. Ev roj ji bo me bi wate û pîroz e. Em têdikoşin heta ku ev sal bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo û hilweşandina dîwarên Îmraliyê. Bi ruhê 4'ê Nîsanê em ê berxwedana xwe bidomînin û dagirkeriya dewleta tirk têk bibin. Di heman demê de em ê axa xwe rizgar bikin. 4'ê Nîsanê ji bo me roja vejîn û hebûnê ye, bi ruhê têkoşîn û berxwedanê em ê vê salê bikin sala serkeftinê."

'Rojbûna Rêber Apo bû ronahiyek'

Zeyneb Arîf jî diyar kir ku 4'ê Nîsanê ji bo jinan girîng û pîroz e û wiha got: "4'ê Nîsanê ji bo me gelek girîng û bi wate ye. Rojbûna Rêber Apo bû ronahiyek ji tevahî gelên bindest re, bi taybetî ji jinan re. Bi fikir û ramanên Rêber Apo em îro li qadan in û di nava çalakiyan de ne. Her wiha jin dikaribûn bi felesefeya Rêber Apo cihên xwe di hemû warên jiyanî de bigrin. Li dijî hemû cureyên qirkirinê em serî hildidin û xwedî li fikir û felesefeya Rêber Apo derkevin. Dewleta tirk a dagirker her çendî êrîşên xwe pêk bîne jî em ji van êrîşan bi hêztir in. Di roja 4'ê Nîsanê de em ê bi ruhê berxwedanê rojbûna Rêber Apo pîroz bikin."

'Fikrên Rêber Apo derfetên jiyanî ji me re vekir'

Zeyneb Ebdo ku ji pêkhateyên Ereb ên kantona Şehbayê ye, behsa bandora fikir û felsefeya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser wan kir û ev tişt anî ziman: "Em 4'ê Nîsanê li xwe û Rêber Apo pîroz dikin û bi hêvî ne ku di vê sala nû de Rêber Apo bi fizîkî azad bikin û di nava xwe de bibînin. Beriya ku felsefeya Rêber Apo nas bikin em ne azad û serbixwe bûn, her dem di nava çeperên malbatî de hatibûn girêdan lê Rêber Apo ev derfet ji me re vekir heta ku em xwe nas bikin û xwedî li mafê xwe derkevin.

Em xebat û têkoşîna xwe didin meşandin heta ku em bigihîjînin hemû jinên bindest û wê ji koletiyê azad bikin. Ligel me pirsgirêka pirzewacî dihat jiyîn lê bi fikrên Rêber Apo ev pirsgirêk heya astekê hat çareserkirin. Her wiha derfetên siyasî, civakî, aborî, dîplomasî û jiyanî ji me re ava kir ku jinên Şehbayê di warê siyasî de hakim in û li kêleka mêr sîstema hevserokatiyê didin meşandin.”