4’ê Nîsanê li Şengalê bi coşek mezin hat pîrozkirin

4’ê Nîsanê li Geliyê Kersê ya Şengalê bi şahiyeke hat pîrozkirin. Di şahiyê de hat gotin ku 4’ê Nîsanê tenê rojbûna kesekî nîn e rojbûna hemû gelên bindest e.

Şengal-Bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Geliyê Kersê ya Şengalê 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma ‘Jin bi Rêber Apo re ber bi azadiya xwe ve dimeşin’ hat pîrozkirin. Qada pîrozbahiya ku gelek kes tev li bû, bi wêneyê Abdulah Ocalan hat xemilandin. Di şahiyê de bênavber dirûşmên ‘Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo û 4’ê Nîsanê pîroz be’ hatin berzkirin. Her wiha ji aliyê Tevgera Ciwanên Êzidxanê ve jî pêşengeha wêneyan a Abdulah Ocalan hat vekirin.

Di şahiyê de li ser navê TAJÊ Suham Şingalî axaftineke kurt kir. Suham Şingalî 4’ê Nîsanê li hemû gelên bindest pîroz kir û wiha got: “Em ji Şengalê heta Îmraliyê em silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Rojbûna Rêber Apo ne tenê rojbûna kesekî ye rojbûna tevahî hemû gelên bindestan e. Rojbûna civaka Êzidiyan e û civaka êzidî bi fikr û felsefeya Rêber Apo şiyar bûne. Em rojbûna Rêber Apo wek rojbûna xwe û gelan dibînin.”

Suham Şingalî di axaftina xwe de bal kişand tecrîda li ser Abdulah Ocalan ku ev 25 sal in tê meşandin û ev nirxandin kir: “ Di heman demê de Rêber Apo rêberê bi milyonan e, dewleta Tirk a faşîst ev 25 sal in Rêber Apo di bin tecrîdek giran de dihêle. Em dewleta Tirk şermezar dikin û em dibêjin hûn nikarin îradeya bi milyonan di nav çar dîwaran de zindanî bikin.”

‘Em ê dev jê fikrên Rêbertî bernedin’

Endama TAJÊ Suham Şingalî destnîşan kir ku ew wek civaka Êzidî ku piştî fermanê bi fikrên Abdulah Ocalan xwe nas kirin, êdî rastî fermanan neyên û ev nirxandin kir: “Ji ber ku êdî civaka Êzidî bi fikrên Rêber Apo xwe birêxistin dike û bi rê ve dibe. Êdî civaka Êzidî bi fikir û felsefeya Rêber Apo li dijî hemû êrîşan li ber xwe dide. Dewleta Tirk ku tecrîdeke giran li ser Rêber Apo dide meşandin, rojane êrîşê Şengalê dike. Em ji vê derê dibêjin dijmin çi bike bila bike em dev jê fikir û ramanên Rêber Apo bernedin û xwe hîn bihêz birêxistin bikin.”

‘Azadiya Rêber Apo erka sereke ye’

Her wiha Suham Şingalî da zanîn ku ew weke civaka Êzidî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan  erka xwe ya sereke dibînin û axaftina xwe wiha bi dawî kirin: “Bi taybetî wek jinên Êzidî ku bi fikrên Rêber Apo em ji tunebûnê ji qirkirinekê rizgar bûn, erk û berpirsyariya me ew e ku di roja îro de xwedî li Rêber Apo derkevin û bi wî re di Şengaleke xweser de bijîn. Bi boneya vê rojê em gelê berxwedêr bi taybetî gelê bakurê Kurdistanê û Wanê ku van rojan bi berxwedaneke bi heybet li ber xwe didin silav dikin û em dibêjin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînek bêwestan bidin meşandin. Careke din em Rojbûna Rêber Apo, rojbûna gelan pîroz dikin.”

Piştî axaftinê koma navenda çand û hunera Şengalê ya Şano, her wiha dengbêjên Çiyayên Şengalê Berces Xelef û Hecî Helîqî derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin.

Piştre hunermend Îdo Çelkî  û komên muzîkê derketin ser dikê û gel dest bi gerandina govendê kir.