4'ê Nîsanê li Şehbayê bi biryardariya azadiyê hat pîrozkirin

Kongra Star Efrîn-Şehbayê 4'Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şahiyekê pîroz kir, peyamên heya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bilindkirina têkoşînê hat dayîn.

Şehba-Di bin dirûşma "Ji Rêber Apo re azadiya fizîkî, ji gelê Kurd re çareseriya siyasî" Kongra Star Efrîn-Şehbayê şahiya 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hola wargeha Serdem a navçeya Ehdasa kantona Şehbayê li dar xist û ev roj pîroz kir. Qad bi wêneyên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û pakrewanan hat xemilandin. Koçberên Efrînê û gelê resen ên Şehbayê berê xwe dan qadê û vê rojê pîroz kirin.

‘Roja 4’ê Nîsanî ji bo me bi wate û giranbuha ye’

Piştî ku şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, kevok weke sembola aştiyê hatin firandin, bi navê Kongra Star Efrîn-Şehbayê Gulê Mihemed axivî û got: "Em vê roja pîroz li Rêber Apo û tevahî jinan pîroz dikin. 4'ê Nîsanê ji bo me rojek ne normal e û gelek bi wate û giran e. Rojbûna Rêber Apo bû wesîle ku gelê Kurd û bindest ji tarîtiyê rizgar bibin û bi azadiya xwe bang bikin. Ev roj bû sembola azadî û aştiyê, Rêber Apo di zaroktiya xwe de her dem di nava lêgerîn û lêpirsînê de bû ji bo ku bi maf û zimanê xwe biaxive û zordariyê dawî bike. Îro em şopdarên Rêber Apo ne û em ê bi ruhê 4'ê Nîsanê îsal azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin û welatek azad ava bikin.”

Paşê koma Şehîd Avêsta ya stranan derket ser dikê û şanoyek li ser bandora fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser ciwanan ji aliyê Tevgera Ciwanan a Efrîn-Şehbayê ve hat pêşkêşkirin.

Piştre koma Şehîd Hêva ya stranan şahiyê bi dengê xwe geş kir û bi gerandina govendan şahî dawî bû.