4 dîlgirtiyê din ên Îsraîlî hatin berdan
Pevguhertina dîlgirtiyan di navbera Hamas û Îsraîlê de berdewam dike. Hamasê 4 leşkerên jin ên Îsraîlî radestî Xaça Sor kirin
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/01/20250125-20250125-israil-ile-hamas-arasinda-esir-takasi-4-kadin-asker-serbest-birakildi-jcls-webpae5782-image-jpg85bf4a-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Li Xezayê di dora destpêkê ya peyman-agirbesta navbera Îsraîl û Hamasê de, cara duyem dîlgirtî tên berdan.
Hamasê 4 leşkerên jin ên Îsraîlî, radestî Xaça Sor kir. Konvoya Xaça Sor piştî wergirtina dîlgirtiyan, ji Qada Filistînê derket.
Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) got: “4 leşkerên vegeriyane, Daniela Gilboa, Liri Elbag, Naama Levy û Karina Ariev bi hêzên IDF û Shin Bet re sînor derbas kirin û ketin xaka Îsraîlê.
Tê payîn ku îro Îsraîl 200 girtiyên filistînî ji girtîgehên xwe berde. Hamasê lîsteyek weşand ku navên van 200 filistîniyan têde cih digirin.