4,8 milyon zarok ji erdhejê bandor bûne

IPA der barê xebatên xwe ên erdheja navenda wê Mereşê de ragihand ku 4,8 milyon zarok ji erdhejê bandor bûye. Ji her 5 zarokan 1 jê bi awayek derûnî, fizîkî û civakî ji erdhejê bandor bûye.

Navenda Nûçeyan- Pediatriya Navnetewî (IPA) encamên xebatên xwe yên zanîstî der barê rewşa zarokên ku ji erdheja 6’ê Sibatê navenda wê Mereşê bandor bûye parve kir.

Xebat li seranserî Tirkiye ji aliyê bijîjkên pispor ên zarokan ve hate meşandin. Li gor encamên xebatên li welat bi giştî 4,8 zarok ji erdhejê bandor bûne. Li Tirkiye ji her 5 zarokan 1 jê bi awayek derûnî, fizîkî û civakî ji erdhejê bandor bûye.

IPA îşaret bivê yekê kir ku di zarokan de di nava 6 mehan de pêvajo xwe dide der û bandora travmayan ji nişka xwe derdikeve holê. Di heman demê de bal kişand li ser giringiya alîkariya derûnî ji bo zarokan. Li aliyê din destnîşan kirin ku divê li herêmên erdhejê alîkarî berdewam bikin.