4,3 milyon kesên li Somalî dibe ku bi birçîbûnê re rû bi rû bimîne

Berdevkê Bernameya Xurek a Cîhanî li Somaliyê ragihand ku 4,3 milyon mirov li Somaliyê îsal ji ber lehiyên ku ji ber guherîna avhewayê çêdibin, dibe ku bi birçîbûna asta krîzê yan jî rewşeke xirabtir re rû bi rû bimînin.

Navenda Nûçeyan – Bernameya Xurek a Cîhanî eşkere kir ku ji ber zuwabûn û lehiyên ku ji ber guherîna avhewayê çêdibin, tê pêşbînîkirin ku çaryeka nifûsa Somaliyê bi birçîbûnê re rû bi rû bimîne ku ev yek gihîştiye asta krîzê.

Lehiya ku destpêka vê mehê li Somaliyê rabû, bi xwe re bû sedema koçberkirina bi sed hezaran. Ji welat û ji welatên cîran li Afrîkaya Rojhilat piştî ziwabûna dîrokî ya ku welat îsal şahidê wê bû, li gorî Neteweyên Yekbûyî ev bûyer di sedsalê de carek tenê diqewime.

Dibe ku çaryeka Somalî bi birçîbûnê re rû bi rû bimîne

14’ê Mijdarê berdevkê Bernameya Xurek a Cîhanî li Somaliyê teqez kir ku çavkaniyên bingehîn ên jiyanê li Somaliyê di bin metirsiyê de ne û dibe ku 4.3 milyon kes, ango nêzî çaryeka gelê Somaliyê, bi birçîbûnê re rû bi rû bimînin ku heya dawiya vê salê ev yek digihîje asta krîzê yan jî rewşeke hîn xirabtir.

Krîza avhewayê

Berdevkê Bernameya Xurek a Cîhanî diyar kir ku şokên avhewayê ji ziwabûnê heta lehiyan, wê krîza birçîbûnê ya li Somaliyê dirêj bikin. Piştî qeyrana hişkesaliyê bi milyonan ajal mirin û gelek mêrg û zeviyên çandiniyê hişk bûn.

Hêjayî gotinê ye ku lehiya piştî barana dijwar di destpêka meha Cotmehê de dest pê kir û bû sedema mirina 32 kesan, li gorî Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî, zêdetirî 500 hezar kes koçber bûne.