33 rêwiyên li pey xeyalên xwe hatin bibîranîn

Ji bo 33 kesên di komkujiya ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kirin de jiyana xwe ji dest dabûn, merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de wiha hat gotin: “Xeyalên rêhevalên me nîvco neman û dê nemîn jî.”

Navenda Nûçeyan - 33 kesên ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê di encama êrişa DAIŞ’ê ya xwekujiyê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn.

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Dîlan Kunt Ayan, Ferît Şenyaşar, Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, Hevseroka Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Berfîn Polat, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê û hevşaredarên navçeyê yên DEM Partiyê beşdarî merasîma bîranîna li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê hat lidarxistin bûn.

‘Me jî di şoreşê de azadiya xwe dît’

Beriya daxuyaniyê ji Rêxistina DEM Partiyê ya Pirsûsê ber bi Navenda Çandê ya Amarayê ve meş hat lidarxistin. Piştî meşê axaftin hatin kirin. Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat di bîranînê de wiha axivî: “Me 9 sal berê ew şoreş parast, niha divê em ji nû ve ava bikin. Ji ber ku li dijî çeteyên barbar şoreşek bi ser ket. Rêhevalên me Kobanê bi xwîna xwe avdan. Hevalên me bi xeyalên xwe hatin qetilkirin. Em piştî 9 salan dîsa li vir in. Bi şoreşa li kêleka me re me xwest em bi gel re hevdîtinê bikin, şoreşê li hemû xakan belav bikin û bi jinan re bînin cem hev. Ji ber ku di şoreşa jinên Rojava de me azadiya xwe dît. Ev şoreş bû hêviya me. Me xwest em têkoşîna yekbûyî ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê berfirehtir bikin. Armanca vê xeyalê ew bû ku bêdawî bê hiştin. Dewletê pêşî li qetlîamê negirt. Ev komkujî ne tenê komkujiyeke ku bi destên DAIŞ’ê pêk hatiye. Ev komkujiyeke ku bi hevkariya dewlet û DAIŞ’ê pêk hatiye.” Her wiha Berfîn Polat destnîşan kir ku Kobanê nakeve.

‘Xwestin serhildana me ya Kobanê asteng bikin’

Cîgira Hevserokên Giştî yên ESP'ê Beycan Taşkiran, diyar kir ku 33 Rêwiyên Xeyalan ji bo xwe bigihîjînin Kobanê, ji bo bibin parçeyeke şoreşê ji bo hevdîtina bi jinên û zarokên Kobanê yên ku li ber xwe didin bi rê ketin û wiha bi lêv kir:

“Bi xeyalan bi rê ketin. Xwestin xeyalên ciwanan têk bibin. Çend bedenên hevalên me perçebûn jî destên hev bernedabûn. Dema şehîd ketin jî xwedî li nirxên xwe derketin. Ev qetlîameke hevpar bû. Bê destûr kesek nikaribû bikeve qadê. Lêgerînek mezin dihat kirin. Kujerên ku li bedena xwe bombe girêdan çawa hatin qadê? Xwestin hêviya jiyana wekhev a gelan bişkînin. Xwestin serhildana Kobanê asteng bikin. Gelo asteng kirin? Nikarin asteng bikin. Têkoşîna wekheviyê ya gelan bi dawî nebû û niha jî li ber xwe didin. Tişta ku têk çû rejîma faşîst e. Em ê jiyana bi rumet ava bikin. Xeyalên rêhevalên me nîvco neman dê nemînin jî.”

‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Li ser navê Dayikên Aştiyê Meyaser Korkmaz axivî û da zanîn ku divê êdî qetlîam pêk neyên, aştî û azadiyê daxwaz dikin, bila dawî li zilmê bînin.

Herî dawî jî parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan, axivî û bal kişand ser qetilkirina ciwanan û wiha got: “Xwestin dawî li doza qetlîamê bînin. Lê em dizanin li pişt vê qetlîamê kî hene. DAIŞ bi rehetî ket navenda çandê û ciwanan qetil kir, me vê yekê dît. Lê belê cîhanê jî tevahî şoreşa ku pêk hat dît. Li şûna ku kujer bên darizandin malbatên ciwanan tên darizandin. Lê belê dê têkoşîna me bidome. Davutoglu niha dixwaze li ser vê qetîamê siyasetê bike lê em destûrê nadin vê yekê.”

Piştî axaftinan bi meşê çûn cihê qetlîamê û li vir qurnefîl danîn, şûnde jî serdana goristanan hat kirin.