33 partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarên Doza Kobanê şermezar kirin

33 partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cezayên ku li siyasetmedarên Kurd ên ji Doza Kobanê dihatin darizandin hatîn birîn şermezar kirin û bang kirin ku demildest çareseriyeke demokratîk û adilane ji pirsgirêka Kurd re bê dîtin.

Navenda Nûçeyan- Di 16’ê Gulanê de ji ‘Doza Kobanê’ 42 sal ceza li hevserokê berê yê HDP`ê Selahattîn Demîrtaş û 30 sal û 3 meh li hevseroka HDP`ê Fîgen Yuksekdag û 10 sal jî li siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk hat birîn. Her wiha bi dehan salan ceza li gelek siyasetmedarên din jî hat birîn. Biryarên Doza Kobanê, ji aliyê gelek saziyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi daxuyaniyek hat şermezarkirin.

Di vê çarçoveyê de 33 partiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pergala Tirk piştgiriya terorê û DAIŞ`ê dike ku bi sed hezaran welatiyên dewletên herêmê kuştine û koçber kirine û ev îsbat dike ku ev pergal, van terorîstan bi rêxistin dike û fînanse dike.

Her wiha di daxuyaniyê de bûyera revandina balyozê Tirk ji bajarê Mûsilê yê Iraqê dema DAIŞ`ê kontrol kir hat bibîrxistin ku ev bûyer hevkariya Tirkiyeyê bi DAIŞ`ê re îsbat dike û çawa derbaskirina birîndarên DAIŞ`ê hêsan kiriye ji bo ku xwe li Tirkiyeyê derman bikin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku binkeftina DAIŞ`ê bi destên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî û hat gotin ku Erdogan ji vê binkeftinê aciz bûye û ji ber wê, komeke siyasetmedarên Kurd dadirizîne ruxmî ku rojekê çek ranekirine û tenê di aliyê siyasî û demokrasî de tê koşiyane.

‘Dewleta Tirk komkujiyên siyasî li dijî siyasetmedarên Kurd dike’

Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku dewleta Tirk, komkujiyên siyasî li dijî siyasetmedarên Kurd dike tenê ji ber ku piştgiriya çalakiyên li dijî DAIŞ`ê kirine ceza dide wan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dadgehên Tirkiyeyê bûne pêlîstok di destên Erdogan de ku li dijî hevrikên xwe yên siyasî bi kar tîne û ji ber wê li dijî siyasetmedarên ku piştgiriya berxwedana Kobanê kirine, cezayên girtîgehê birîne.

‘Em piştgiriya siyasetmederên Kurd dikin’

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Em van cezayan bi tundî şermezar dikin. Bang li saziyên NY, YE û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî terorê dikin ku destwerdanê bikin. Em bang li raya giştî, parlamenter û azadîxwazên li cîhanê dikin ku piştgiriya wan bikin û dengê xwe li pêşiya rejîma faşîst a Erdogan bilind bikin. Her wiha em bang dikin ku ji pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê re çareseriyeke adil û demokratîk bê dîtin. Em piştgiriya siyasetmedaran dikin ku rejîma Tirk cezayên ne adil li wan biriye.”

Partiyên daxuyanî dane ev in:

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

Partiya Kesk a Demokratîk

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

Partiya Lîberal a Kurdistanê

Partiya Komkunîst a Kurdistanê

Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyeyê

Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê

Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê

Partiya Çepgir a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê

Partiya Sûriyeya Pêşerojê

Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê

Tevgera Nûkirina Kurdistanê

Yekitiya Karkeran a Kurdistanê

Desteya Niştimanî ya Sûriyeyê

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê

Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

Partiya Reform a Sûriyeyê

Partiya Asûr a Demokratîk

Partiya Biratiya Kurdistanê

Partiya Roja Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

Kongra Star

Partiya Muhafizkeran

Partiya Têkoşîna Demokratîk

Şepêla Siberojê ya Kurdistanê

Partiya Demokratîk a Kurdistanê -Rojavayê Kurdistanê

Desteya Tensîq El Wataniye-Tevgera Guhertina Demokratîk

Partiya Yekitiya Suryan

Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê

Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Partî)

Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî)

Şepêla Çepgir a Şoreşger li Sûriyeyê

Partiya Suryanan.