320 koçberên din ên Êzidî vegeriyan Şengalê

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê duh ragihandibû ku wê di nava vê hefteyê de 533 malbat vegeriyan ser warê xwe. Îro jî 320 koçberên din en Êzidî ji wargehên Dihokê vegeriyan Şengalê.

Navenda Nûçeyan- Vegera ji bo Şengalê bê navber berdewam dike, Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di çarçoveya valakirina kampên penaberan de wê di nava vê hefteyê de 533 malbat vegerin ser warê xwe û duh 71 malbat ji kampên Dihokê vegeriyan Şengalê. Îro jî bi alîkariya Rêxistina Navnetewî ya Koçberan, 320 koçberên Êzidî ji kampa Kibarto ya Dihokê vegeriyan ser warên xwe yên li Şengal û derdora wê.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Malbatên ku vedigerin Şengalê, bi biryara serokwezîrê Iraqê alîkariya darayî û pêdawîstiyên nava malê ji bo wan tên dayîn. Wê wezareta me ji bo vegerandina hemû penaberan û girtina hemû dosyayên penaberan heya 30’ê Tîrmehê karê xwe berdewam bike.”