31 sal in li koçberiyê Newrozê pîroz dikin

Li wargeha penaberan a Mexmûrê 21’ê Adarê roja vejîna Kurdistanê hersal bi coş û kelecanek pir mezin pêşwazî kirin û pîroz kirin.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Newroz, qêrîna azadiyê ye ji eniyên berxwedanê. Newroz, agirê jiyanê ye, hêvî û têkoşîna gelên bindest e. Agirê Newrozê mîna kulîlkeke çawa ku bi vekirina pelên xwe yên xweşik cîhanê dixemilîne û herikîna jiyanê cardin dide berçavan agirê Newrozê jî hêviya jiyanê di mirov de dide ava kirin. Newroz roja nû ye, roja vejîn û li beramberî desthilatdariya Dehaqên zalim serî rakirina gelên bindest e. Her çiqas Dehaqên zalim hebin jî wê hertim li beramberî wê Kawayên Hemdem bi çekûçên berxwedanê mejiyê Dehaqên zalim û desthilatdariya wan ya qirêj bi hilweşînin.

Li wargeha penaberan a Mexmûrê jî 21’ê Adarê roja vejîna Kurdistanê hersal tê pîroz kirin. Ji roja ku koçberbûna heya niha hertim roja xwe ya nû bi keyfxweşî û dilgeşiyek mezin pêşwazî dikin û bi coş û kelecanek pir mezin her sal amedekariyên xwe yên ji bo Newrozê dikin. Bi giştî jin, zarok, ciwan, pîr û kal hemu bi hev re bi govend, şano, dengbêjî û meşên meşaleyî Newroza xwe pîroz dikin.

Şêniyên ji wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûr) ên di sala 1992’yan de ji ber zext û êrişên dewleta Tirk serî netewandin û ji bo azadiyê riya koçberiyê hilbijartin 31 sal in rûxmê hemu êriş û polîtîkayên ambargoyê bi coş û kelecana azadiyê Newrozê pêşwazî dikin. Jinên ji wargeha Mexmûrê qala Newrozên ku ew pêşwazî kirine, kirin. 

‘Ji biçûk heya kalan em Newroza xwe bi agirê berxwedanê pîroz dikin’

Cemîle Kara di destpêka axaftina xwe de Newroza îsal li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gêrîlayên serê çiyan pîroz kir û wiha got: “Em dema li gund bûn me Newrozê bi coş û kelecanek mezin pîroz ne dikir, me heryekê li ber deriyê xwe agirek biçûk pê dixist û pîroz dikir. Ji ber zilma dewleta Tirk me ne dikarî pîroz bikin û tenê dewleta Tirk ji bo ku em Newrozê pîroz nekin astengî ji mere çêdikir. Lê di sala dawî de pêşiya ku em koçber bibin me Newrozek geş û mezin kir, hemu jin û zilaman bi cilên xwe yên Kurdî beşdarbûna xwe ji pîrozbahiyê re çêkir û me bi vî şêweyî Newroz pîroz kir. Piştî ku em koçberbûn me li wargehên Etrûş û Nînowa bi keyfxweşiyek mezin ji biçûk heya kalan me Newroza xwe bi agirê berxwedanê pîroz kir. Me agirê xwe pê dixist û heryek ji me xwarinên cuda çêdikirin û bi vî awayî me Newrozê pêşwazî dikir. Piştî ku em hatin wargeha Mexmûr me cardin hersal Newrozê bi coş û kelecanek mezin pîroz kir. Me teva cilên xwe yên Kurdî li xwe dikir û me berê xwe dida cihê çand û hunerê me bi vî awayî cejna Newrozê pîroz dikir û heya niha jî em bi vî şêweyî pîroz dikin.”

‘Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mafê jiyanê da jinê’

Cemîle Kara di dawiya axaftina xwe got bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinê li beramberî deshilatdariya zilam serî rakiriye û wiha berdewam kir: “Ger ku em niha dikarin Newroza xwe bi şêweyek azad pîroz bikin bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan maf û azadî daye jinan bi taybet jî daye jina Kurd. Em bi saya wî niha dikarin wek jin bi azadî Newroza xwe pîroz bikin. Berê jinekê ne dikarî ji mala xwe jî derbikeve, lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi felsefeya xwe ev zihniyetê şikand û zilma li ser jinê rakiriye. Bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê jina Kurd serî rakiriye li hemu deverên cîhanê jinan serê xwe rakir û mafê xwe bi dest xistiye.”