300 şagirtan nameyên pîrozbahiya 4’ê Nîsanê xwendin

Bi boneya 4’ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, 300 şagirtên dibistanên bajarê Hesekê nameyan xwendin û rojbûna Ocalan pîroz kirin.

Hesekê- 4’ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e. Îro Kongra Stra û rêveberiya dibistanan, 300 şagirtan li parka 4’ê Nîsanê kom kirin û nameyên hezkirin û pîrozbahiyê xwendin. Şagirtan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hilgirtin û roja 4’ê Nîsanê li tevahî cîhanê pîroz kirin.

‘4’ê Nîsanê rojbûna gelê bindest e’

Endama Rêveberiya Kongra Star Rîma Îsa teqez kir ku roja 4’ê Nîsanê roja vejîna azadî, berxwedanî û têkoşînê ye û wiha got: “Roja 4’ê Nîsanê roja azadiya gelê bindest û azadiya jinan e, ji ber ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Ocalan îro jin xwedî rol û misyon in. Jin îro li her derê doza mafên xwe dikin û li hemberî bindestiyê têdikoşin. Rêber Apo di dilê her kesê de ye, ji zarokên 7 salî heya kesên 70 salî  lewma roja 4’ê Nîsanê rojbûna me hemûyan e. Her kes vê rojê, weke roja xwe dibîne û pîroz dike. Îro şagirt dixwazin bi riya nivîsên xwe hezkirina xwe ji Rêber Apo re bînin ziman.”

Paşê name ji aliyê şagirtan ve hatin xwendin. Di nameyan de hat diyarkirina ku 4’ê Nîsanê roja destpêka jiyanê ye, roja eşq, bawerî û azadiyê ye. Her wiha hat gotin ku 4’ê Nîsanê rojeke girîng û bi wate ye bi taybetî ji bo şagirtan ji ber ku her şagirt di roja îro de dikare bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne û biaxive.

Şagirtan bi dirûşma “Bê serok jiyan nabe”,”Em şagirtên Rêber Apo ne”nameyên xwe bi dawî kirin.