3 roj cezayê hucreyê li rojnameger Derya Ren hat birin
Li Tirkiyê zextên li ser rojnamevanan ne tenê li qadên ku lê di xebitin, dema tên girtin li girtîgehan jî berdewam dike. Hat zanîn ku ji ber li dijî lêgerîna tazî derketiye li nûçegihana Jinnewsê Derya Ren sê roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn.

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiye û Kurdistanê zextên li beramberî rojnamegeran her ku diçe zêde dibe û berdewam dike. Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê zextên li beramberî rojnamegeran, ji zextên ji derve ne kêm in. Li gora nûçeya ajansa Jinnewsê ji ber rojnemeger Deya Ren li dijî lêgerina tazî derketiye, 3 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn.
Nûçegihana ajansa Jinnewsê Derya Ren di 25'ê cotmeha 2022'a ve li Girtîgeha girtî ya Jinan a Amedê tê girtin. Dema ku Derya Ren birin girtîgehê ji aliyê gardiyanan ve lêgera tazî lê hat ferzkirin. Ji ber li dijî vê pêkanînê derket ji aliyê 5 gardiyanan ve rastî tudîtûjiya fîzîkî hat û hate derbkirin, ji ber Derya Ren li dijî lêgerîna tazî derket 3 roj cezayê hucreyê lê hat birîn.
Di nûçeya Jinnewsê de hat gotin ku li ew qawişa ku Derya Ren lê tê girtin gardiyan her tim bi ser qawîşan de digire û dest danine li ser tiştên wan yên şexsî.